Di rûniştina doza dadgehkirina 17 zarokan d ku di dema êrişên dewleta Tirk li dijî berxwedana xwerêveberiyan de ji navçeya Nisêbînê hatibûn tehliyekirin, paşê hatibûn girtin, dadgehê biryara ji hev cihêkirina dosyeyan da.

8’emîn rûniştina doza dadgehkirina 17 zarokan bi 53 kesan re, li navçeya Mêrdînê Nisêbîna 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn tehliyekirin û girtin, bi rê ve çû. Rûniştin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê çêbû. Zarokên girtî ji ber grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî rûniştinê nebûn. Tenê parêzerên zarokan beşdar bûn. Parêzeran diyar kir ku ew ê piştî mutaleya dozger, parastinê bikin.

Dadgehê jî, bi îdîaya “Pêwîst nake ku dadgehkirina bi hev re çêbe û ev yek tu feydeyê nade dadgehkirinê” dosyeyên zarokan ji hev cuda kirin.

Şandeya dadgehê piştî biryara cihêkirina dosyeyan, biryara dewamkirina girtina zarokan da.

   

 MÊRDÎN