Tevî hemû bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewleta Elam xwe neda ber wê yekê ku welatiyên xwe yên DAIŞ´î bîne ser erdên xwe. Hikûmet dibêje têkiliyên wê bi rêveberiya Şamê re nînin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî nas nake. Hikûmeta federal a Elman bi vî awayî ne ku tenê li endamên çeteya DAIŞ´ê yên Elman xwe nake xwedî, ew zarokên wan ên sêwî jî di nava kampa holê de dihêle ku kontrol û xwedîkirina xelkê wê her diçe ji bo rêveberiya xweser zehmet dibe. Pêr êvarê di kanala dewletê ya 1´ê ya Elman ARD´ê de heldanên ji bo du zarokên sêwî hat kirin. Parêzerekî doz li dewleta Elman vekiriye û heger bi ser keve, wê biryareke dadgehê hebe da ku hikûmeta Elman du keçên sêwî yên malbateke DAIŞ´î ya Elman bîne Elmanyayê.
Diya van herdu zarokan Elman e û ji eyaleta Baden Wurttembergê ye. Ew heta dawiyê bi DAIŞ´ê re ma û li Baxuzê hat kuştin. Di agahî li ser bavê wan nîne û zarok niha li kampa Holê dimînin.
Di nûçeyê de hejmara zarokên Elman ên DAIŞ´î di navbera 200 û 300´î de tê texmînkirin û tê gotin heger dadgeh miracaeta parêzer Dirk Schoenian a bi hewldana xizmên zarokan hatiye destpêkirin, mafdar bibîne, hingê ev biryar dikare bibe mînak ji bo anîna Elmanyayê zarokên din. Encam ji bo aliyê miracaetê erênî be, hingê Dadgeha Îdarî ya Berlînê wê karibe anîna Elmanyayê ya zarokan wezareta karê derve ya federal ferz bike.
Di nûçeyê de wekî din tê gotin ku rêveberiya xweser timî bang li welatên rojavayî dike da ku welatiyên xwe bibin û her wiha dibêje barê kontrolkirin û xwedîkirina kampê jî ji bo giran e.
BERLÎN