Di 20'ê Kanûn 2011'an de li gelek bajarên Tirkiyeyê û herêmê li hemberî saziyên çapemeniyên Kurd de bi ser navê 'KCK'ê operasyon hatibû lidarxistin û 44 rojnameger hatibûn binçavkirin. Di encama operasyonan de 36 rojnameger hatibûn girtin. Yekemîn rûniştina doza 36 girtî 44 rojnamegeren Kurd di 10'ê Îlonê de dest pê kir û îro bi dawî bû. Rûniştina ewil ku îro bi dawî bû taloqî 12'ê mijdarê hate kirin. Heyeta dadgehê biryar da ku ji niha û şûnde doz li Dadgeha Silivriyê bê dîtin û hemû daxwazên girtî û parêzeran red kir.

Feraseta 12'ê Îlonê li dar bû
Parêzeran diyar kirin ku di salvegera 12'ê îlonê de hişmendî û feraseta 12'ê Îlonê dubare dibe û ev yek şermezar kirin. Parêzeran anîn ziman ku ew nabin listoka heyeta dadgehê. Parêzeran, destnîşan kir ku hemû daxwazên wan hatin redkirin û destnîşan kirin ku di şexsê girtiyan de hemû çapemeniya Kurd û azad tê darizandin. Di parastinê de Prz. Baran Dogan anî ziman ku hemû daxwazên wan hatin redkirin û bêhiqûqiyê li vir jî berdewam kir.

'Gelê Kurd tê darizandin'
Parêzerên rojnamegeran Sinan Zincir, jî anî ziman ku di şexsê rojnamegeran de çapemeniya Kurd û gelê Kurd tê darizandin û wiha got: "Li vir Kurd tên darizandin. Li vir gelê Kurd û çapemeniya Kurd tê darizandin. Ji bo vê yekê îdîaname hemû ferasetê zelal dike. Heyeta dadgehê dizane ku 10 hezar girtiyên PKK, PAJK, KCK, ji bo înkara 90 salan şermezar bikin dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Gelê ku perçeyekî sazûmankariya komarê ye ji ber neheqiyan bedena xwe dide ber agir. Gelê Kurd ê zimanê wî tê înkarkirin ji bo mafê xwe bi dest bide bedena xwe dide ber mirinê. Êdî girtîgehên Tîpa F bûne kampê komkirin û koletiyê. Tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan şer û rageşiyê zêde dike. Di 32'emîn salvegera 12'ê Îlonê de dîsa polîtîka û hişmendiya 12'ê Îlonê dubare dibe. Dîsa zimanê Kurdan tê înkar kirin. Nasname û nirxên Kurdan tê înkarkirin. Parêzeran, diyar kirin ku ji ber daxwazên wan nayên qebûl kirin û parastina Kurdî tê redkirin tu wateya ew li salonê bimînin tune û salon terk kirin. Piştî heyetê biryara taloqê ya di nava 12 u 16'ê mijdarê de da, dawî li rûniştinê anî.
Parêzerên ku daxwazên wan û daxwaza parastina Kurdî hate redkirin, salona dadgehê terk kirin û helwesta dadgehê şermezar kirin. Parezer û malbatan li ber avahiya Edliyeya Çaglayene daxuanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlementerê BDP'e yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Parmenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, xizmên rojnamegerên girtî amade bûn. Li ser navê komê Prz. Ercan Kanar daxuyanî da û diyar kir ku faşîzma 12'ê Îlonê dubare dibe. Kanar, anî ziman ku dadgeh ji heqiyetê direve parêzer ji bo mafê parastina gel ji salonê derketine.

STENBOL