
Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan civiyan. Girse ji ber Akademiya Mannheimê heta Alte Feuerwacheyê meşiya. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.
Serokê NCDK´a li Mannheîmê Cano Yildiz li vir axivî û got, "Xwedîderketina li Serok Apo cihê serbilindiyê ye." Yildiz destnîşan kir, ku heta azadiya Ocalan ew ê li qadan bin û got, "Em ê bêdeng nebin, em ê newestin.“
Dewleta Tirk qirkerê xwezayê ye
Yildiz bal kişand ser talankirina xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û anî ziman, ew rûyê qirêj ê AKP'ê careke din teşhîr dikin.
Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî li vir axivî û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Ew nebe, nabe." Goksûngûr bi dewamî got, "Dema mijar azadiya Ocalan be, em ê guh nedin ti zîhniyeta qedexekar. Çawa ku AKP Kurdan krîmînalîze dike, li Elmanyayê jî sembolên me, welatparêzên me tên krîmînalîzekirin."
Namzeta parlamenteriyê yê Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbûlût jî li çalakiyê axivî û destnîşan kir, ku divê beriya her tiştî qedexeya PKK'ê bête rakirin. Akbûlût got, "Em dixwazin Ocalan tavilê azad bibe."
Nûnerê Partîzanê jî peyamek li mîtîngê xwend.
Di meş û mîtîngê de girseya gel timî dirûşma "Bijî Serok Apo" got û pankartên li ser azadiya Ocalan nivîsandî, hilgirtin.
Endamên DÎDF, AGÎF, ADHK, Partiya Şoreşger, SYKP, Die Linke û MLPD´ê jî beşdarî çalakiyê bûn.
MANNHEIM