Rûniştina doza Parlamenterê HDP’ê û Endamê Heyeta Îmraliyê yê girtî Îdrîs Baluken a li Xarpêtê ku bi daxwaza 10 sal cezayê girtinê tê de tê dadgehkirin, bi rê ve çû. Baluken nehat berdan û rûniştina dozê jî hat taloqkirin. 

Îdrîs Baluken sala 2012’an ji ber axaftina di 2’yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de kiribû, doz lê hatibû vekirin. Rûniştina 2’yemîn a dozê ku 10 sal cezayê girtîgehê ji Baluken tê xistin, hat dîn.  Doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xerpêtê hat dîtin. Balukên bi hinceta nexweş e, ji Beşa 1’emîn a Girtîgeha Tîpa F Sîncanê beşdarî dozê nebû. Parêzerên Baluken başdarî dozê bûn û axivîn. Parêzeran xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Heyeta dadgehê jî ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, doz taloqî meha Sibatê kir.


 XARPÊT