Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edalet û ronahiyê hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê de Kurdistanî kom bûn. Di axaftinên li vê derê de hat got, tevî ku 3 sal di ser re derbas bûne jî hînê dewleta Fransayê ji bo ronîkirina komkujiyê tiştek nekiriye.
Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya edalet û ronahiyê li ber Konsolosxaneya Fransayê ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara, Ciwanên Azad û NAV-DEM Munchenê ve hat organîzekirin. Di dema çalakiyê de bi rayedarên Konsolosxaneyê re hevdîtin hat kirin û ji bo ronîkirina komkujiyê dosyayek hat pêşkêşkirin. Bi armanca şermezarkirina terorê, li ber Konsolosxaneyê find hatin vêxistin. Kurdistaniyan çeleng danîn ber Konsolosxaneyê.
Ji bo edaletê kon vedan
Li paytexta Holenda Amsterdamê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hatin protestokirin. Li pêşiya Parlamentoyê ji bo sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin edalet hate xwestin. Çalakvanan li pêşiya Parlamentoyê kon danî, wê heta roja Şemiyê saet 15.00-17.00’an çalakiya xwe bidomînin.
Li bajarê Den Haagê jî wê roja Şemiyê saet 14.00-17.00’an li pêşiya Şaredariya Den Haagê çalakiya rûniştinê ya girseyî wê pêk were.
NAVENDA NÛÇEYAN