Li seranserê Ewrûpayê Kurdistaniyan û dostên wan ji bo xwedîderketina li çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê, peyama “daxwazên pêşenga grevên biçîbûnê Leyla Guven, daxwazên me ne“ da.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê Leyla Guveb îroj, di roja 77´an de ye. Rewşa Guven van herdu rojan gelekî xirab bû. Çalakiyên piştgiriya pê re jî li Kurdistanê û dinyayê belav û zêde dibin.
Li gelek navendên Ewrûpayê, çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya Leyla Guven dewam dikin. Çalakgeran got, daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd in.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye”, pêk hat. Hevberdevka HDK´a Berlînê, Zubeyde Bîlget li meydana mîtîngê axivî û got, “Leyla Guven xwe nakuje, lê ji aliyê faşîzmê ve tê kuştin. Guven daxwaza çi dike? Jiyaneke insanî û bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
KOLN:Li bajarê Elmanyayê Kolnê bi heman armancê çalakiyek pêk hat û li gel wêneyên Leyla Guven, pankartên bi nivîsên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger, hatin hildan. Çalakgeran ji mirovên li derdorê re qala armanca çalakiya Leyla Guven kir û belavok belav kirin.
HAMBURG:Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, komek jinî ji bo balê bikişînin rewşa krîtîk a siheta Leyla Guven, çalakiyek kir. Jin li navenda sûkê bi vê armancê ketin hundirê qefesê û îşaret bi tecrîdê kir. wan her wiha li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin.
DORTMUND: Li bajarê Elmanyayê Dortmûndê jî ji bo balkişandina ser berxwedana Leyla Guven, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li berxwedana Leyla Guven hate kirin.
DUSSELDORF: Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi pêşengiya Înîsyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dusseldorf û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Dusseldorfê li pêşiya Îstasyona Trenê ya Navenda Dusseldorfê çalakiyek li dijî tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya Leyla Guven pêk hat. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
CENEVRE: Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê meşek hate organîzekirin. Kurdistanî li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê civiyan û bi posterên Ocalan û alên PKK’ê meşiyan. Di dawiyê de jî li ber strasyona trenê ya navendî mîtîngek hate lidarxistin.
BERN: Li paytexta Swîsreyê Bernê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bahnhofplatzê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de metna belavokan derbarê grevên birçîbûnê de hatin xwendin.
ZURICH: Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber strasyona trenê ya navendî ya bajarê Swîsreyê Zurichê pankarta li ser nivîsandî “Dem dema serîrakirinê ye li dijî tecrîdê” hilgirtin. Ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavok belav kirin.
AARAU: Li bajarekî din ê Swîsreyê, li Aarau, ciwanan li ber strasyona trenê ya navendî tecrîd protesto kir. Ciwanan diyar kir ku heta daxwazên Leyla Guven bi cih bên anîn, ew ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.
BORDEAUX: Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Fransayê Bordeauxê çalakiyeke îtaetnekirina sivîl li dar xist. Çalakî li gara Saint-Jeanê pêk hat û li ser grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin. Ciwanan ragihandin ku heta Ocalan azad bibe, berdêl çi dibe bila bibe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
MONTPELLIER: Li bajarê Fransayê Montpellierê jî çalakiyeke bi heman armancê hebû. Çalakî bi destê komîna jinan hate lidarxistin û tê de hate gotin, pêvajoya Leyla Guven tê de ye, gelekî kiritîk e.
TORONTO: Li bajarê Kanadayê Torontoyê jî greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Kurdistaniyê bi navê Yûsûf Îba di roja 10’an de ye. Li Torontoyê civîneke gel hate lidarxistin û bang hate kirin ji bo çalakî bên zêdekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN