Çalakiya nobetê 25'ê Hezîrana 2012'an destpê kiribû û roja 1160´an Kurdistaniyên bi navê Alî Çîftçî, Memet Kûrtalan, Alîşan Polat û Bedîa Demîr ên ji bajarê Elmanya Hambûrgê çalakî dewr girtin.
Endamên komê bi gelê li Strasboûrgê re sohbetê dikin û der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyan didin. Çalakgeran diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî beşdarî vê çalakiyê bûne.
Çalakger wê di nava hefteyekê de broşurên ji biyografiya Ocalan belav bikin, li ser berxwedanên li Rojava, Şengal û Kobanê agahiyan bidin û hewl bidin bala raya giştî bikişînin ser van mijaran.
Di daxuyaniya li ser navê komê de bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku ku 'hesabê wijdanî' bikin.
STRASBOURG