Di meseleya Kurdan de ev gavên ku ji hêla rayedarên dewletê ve têne avêtin, ji bo Tirkan û dewletê gavên pir mezin in. Niha rayedarên AKP’ê û hinek hevalbend û aqilmendên wê jî wisa difikirin û wisa jî dibêjin.  Ew dixwazin ku Kurd jî wekî wan bifikirin. Berî 20 salan wateya gavên wiha hebû.  Lê îro rewş cuda ye, Kurd êdî ji wê qonaxê derbas bûne, lewre jî Kurd dibêjin, “Ev gav ji bo Tirkan gavên pir mezin in, lê ji bo Kurdan, li hemberî têkoşîna Kurdan ne tiştek in. “
Lê îro doza Kurdan li seranserî cîhanê wekî dozeke mafdar û rewa tê dîtin; parçeyekî Kurdistanê nîv-serbixwe ye, parçeyê din ber bi azadiyê ve diçe. Li parçeyê Bakur Kurd êdî xwediyê hêz û vîneke xurt in. Bi hezaran kes dikarin di ber vê dozê de giyanê xwe bispêrin axê. Rêveberiya herêmî li gelek bajaran di destên Kurdan de ye. Partiya ku li ser navê Kurdiniyê dikeve hilbijartinê digel hemû bend û astengiyan jî bi dehan parlamenteran dişîne parlamentoyê.
Kurd di vê rewşê de dê ji bo çi qîma xwe bi çend mafên takekesî bînin? Ji bilî çend kurtêlxuran dê Kurd çima kanaleke televîzyonê û dersa vebijêrkî maç bikin û daynin ser serê xwe? Piraniya Kurdan qîma xwe bi van gavan naynin. Îcar li hemberî vê yekê hinek Kurd hêrs û tore dibin. Li gorî baweriya min jî Kurd dikarî li hemberî gavan “taktîkî” helwesteke taktîkî bigirta. Her wekî me berê jî nivîsandibû, saziyên Kurdan dikaribû van gavan bikin bingeha raperîn û serhildanekê. Bi hezaran malbatan heke li ber deriyê dibistanan kom bûbûna, dê ev dek û dolaba AKP’ê têk biçûya.  Lê belê ji aliyê stratejîk ve redkirina van gavên AKP’ê rewa û di cih de ye.  Ji ber ku Kurdan di van mercên şer û lêkdanan; girtin û kuştinan de ev gavên AKP’ê yên beravêtî ji binî ve red kirine, kes nikare tevgera demokratîk a Kurd sûcdar bike.
Bala xwe bidin rewş û helwesta Zanîngeha Artukluyê. Helwesteke zelal û rawestîneke serberz û serfiraz li holê nîn e. Rayedarên zanîngehê pêşî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dixwazin mamosteyên dersa Kurdî bigihînin û materyalên wê jî amade bikin, lê ew dixwazin vî karî bi saziyên Kurdan re bikin. Lê belê piştî ku Wezareta Perwerdehiyê  Neteweyî guh neda vê daxwazê, îcar bêyî ku bi kesî re danûstandinê bikin, bi xwe dest avêtin kar. Di encamê de 500 heb şagirt ji bo mamostetiyê girtin, lê YOK’ê ev daxwaza wan di cih de nedît û hejmara mamosteyan daxist, 250 kesî. Li ser vê yekê wan gef li YOK’ê xwarin, lê piştî ku YOK’ê guh neda gefên wan, ji ya xwe hatin xwarê.  Niha 250 kes wekî mamoste têne gihandin. 
Di warê amadekirina materyalan de jî bi heman helwesta durû gav hatin avêtin.  Di encamê de pirtûkek derket holê. Li ser naveroka pirtûkê gelek tiştên ku werin gotin hene,  bo nimûne Newroz çima ne cejna azadiyê ye, lê bi tenê cejna biharê ye? Ev mijar li aliyekî, berî her tiştî armanca pirtûkê ne diyar e. Gelo ew ji bo kîjan girseyê hatiye amadekirin? Gelo ew pirtûka fêkirina zimanê Kurdî ye, yan jî pirtûka perwerdehiyê ye? Ev yek ne diyar e. 
Wekî din jî helwesta li hemberî berhemên berê wê cihê şermezarkirinê ye. Bandora xebata me “Hînker”ê li ser vê berhemê diyar û berbiçav e. Her kesê ku dest bi karekî dike, bala xwe bide berhemên berê, ew berhem jî bandorê li wan dike, ev jî tiştekî asayî û suriştî ye. Hînkerê jî wekî gelek berhemên din, bandor li amadekarên vê berhemê kiriye,  lê belê  wan di nav referansan de cih nedaye Hînkerê. Ev helwesteke şaş e û divê were şermezarkirin. Wekî din jî kurmancî û kirmanckî du zaravayên Kurdî ne, lê pêwîst nake berhemên perwerdehiya kirmanckî ji kurmancî werin wergerandin. Helwesteke din a ku Kurdan biçûk dibîne jî nenivîsandina navên rûpel û xêzkerê pirtûkê ye.
Di encamê de em dikarin bibêjin ku gelê Kurd êdî qîma xwe bi gavêtin beravêtî nayne û kurtêlxuriyê nake, dê azadiya xwe bi têkoşîna xwe mîsoger bike.