Doza li dijî DAIŞ’ê ya Frankfurtê muhim e
LUQMAN GULDIVÊ
Dozeke dîrokî îna bihurî li Frankfurtê dest pê kir. Dîrokî bû ji ber ku ev yekem car e, bi awayekî eşkere û binavkirî, kesek ji ber qirkirina li dijî Êzîdiyan tê dadgehkirin. Ji bo ku xwînerên Kurd hem hay ji meselê hebin û hem jî bala wan bêhtir biçe serê, ez ê behsa wê bikim. Min rûniştina yekê şopand; û ken û rehetiya kesê bi qirkirinê tê tohmetbarkirin, dilê mirov dixelîne bi rastî, lê ez ê behsa vê nekim.
Çawa ev doza hanê vebû. Mesele bi Jennifer W.’yê dest pê dike. Ew hevjîna vî endamê çeteya DAIŞ’ê yê bi navê Taha Al-J. ye. Ew ji Elmanyaya ku ji dewleta DAIŞ’ê lê vegeriyabû, dixwest dîsa biçe cem mêrê xwe yê DAIŞ’î. Bi temamî bi awayekî tesadûfî, ew gava bi taksiyekê diçe Munchenê ji şofêr re behsa hovîtiyên xwe û mêrê xwe dike. Tesadûfî... Yanî ne ku Elmanyayê dixwest dozekê li dijî wê bi naveroka heyî veke. Jennifer W. hat girtin li dijî wê doz hat vekirin ji ber kuştin, endametiya DAIŞ’ê û binpêkirina qanûna sîlehên şerî. Piştre di dema dadgehkirinê de Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê îşaret bi sûcên weke kolekirin, êşkence û miameleya xirab bi dîlên şerî re, hewldana tinekirina Êzîdiyan li Iraqê kir; ev sûc hemû di hiqûqa navneteweyî de îşaret bi wan tê kirin. Lê doz veneguherî yeke ji ber qirkirina li dijî Êzîdiyan.
Jennifer W. Sala 2014’an tevlî nav refên DAIŞ’ê bûbû. Ji bo vê ji Lohne (nêzî Hannoverê) çûbû Sûrî. Li Reqayê ew bi Taha Al-J. re dizewice, diçin li Felûcayê (li Iraqê ye) bi cih dibin. Jê zarokeke wê çêdibe. Mêrê wê jineke Êzîdî û keça wê ya pênc salî li bazara koleyan dikire û li mala wan a li Felûcayê wan dikin kole. Timî li dêya ciwan a bi navê Nûra û keçika wê ya piçûk dixin. Miameleya xirab a bi wan re daîmî ye. Rojekê ji ber ku keçika piçûk nexweş e, di nav cihan de bi xwe de dimîze. Mêrê jinikê pêşî dayika wê Nûra ceza dike; di kela germa havînê de ku piyê mirov ji erdê dişewitin, wê derdixe hewşê. Em behsa havîna sala 2015’an dikin. Piştre jî wê keçika nexweş a pênc salî tî li ber wê tavê li hewşê zincîr dike. Keçika di nava nîv saetê canê xwe dide.
Em ji ku bi van agahiyan dizanin? Helbet ev nehatine nivîsîn li deverekê. Ew tesadufa li jor min behsa wê kir, ha bi xêra wê. Îstîxbarata Elman ev jina 27 salî dawiya sala 2018’an dişopand, ji bo ku asteng bike vegera wê ya nav DAIŞ’ê, yan jî cem hevjînê xwe yê DAIŞ’î yê hingê li Tirkiyeyê. Axir wê ji şofêrê taksiyê re ku yek ji ajanên îstîxbarata Elman bû, ev agahiyên hanê hemû gotibûn. Yanî hemû tesadufek bû ku ev doz vebe û agahiyên wê eşkere bibin. Çima li vê jinê jî bi heman rengî doza ji ber qirkirina Êzîdiyan nehatiye vekirin, ji bo min bi xwe hîna jî zehmet e ku fêm bikim.
Axir, Jennifer W.’yê di doza li dijî xwe de para sûc a giran dixist stûyê mêrê xwe, yê ku her wiha wezîfeyên rêveberan jî di nava DAIŞ’ê de girtibû ser xwe. Mêrê wê li Tirkiyeyê ewle bû; heta li Samsûnê bi rêya chatê ji xelkê re digot, ew dizane teqemeniyan çêke û dikare li mala xwe jî kesekî fêr bike. Ka ji ber çi em nizanin, lê Taha Al-J. ji wî welatê ji bo wî ewle, vediqete û berê xwe dide Yewnanistanê. Gulana 2019’an, yanî wan kêliyan ku hevjîna wî li hola Dadgeha Bilind a Eyaletê ew bi berpirsiyariya hemû sûcên dikevin stûyê wê gunehbar dikir, rayedarên Yewnan Taha Al-J. girt. Piştî bi pênc mehan jî radestî Elmanyayê kirin. Li Elmanyayê jî doza ji ber qirkirina li dijî Êzîdiyan, kuştina keçeke 5 salî, kolekirin, miameleya xirab, şideta cinsî lê hat vekirin.
Girîngiya vê dozê ji bo Kurdan ne tenê dadgehkirina ji ber qirkirina Êzîdiyan e, lê belê derfetê dide ku elaqeya girtiyên çeteya DAIŞ’ê yên li Rojava yên Elman jî bi dozê re dayne û belkî jî aliyên Kurd û rêxistinên Êzîdiyan karibin bikin ku ev endamên çeteyê jî bikevin ber doza qirkirina li dijî Êzîdiyan. Heta îhtîmal heye ku dadgeheke navneteweyî li dijî sûcê qirkirina li dijî Êzîdiyan û sûcên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ’ê li Rojava û temamê Sûriyê jî bê avakirin.
Lê tiştekî kêm hebû. Di dozê de nûnerên gelek rêxistinên sereke yên Êzîdiyan nebûn. Xasma nûnerên civakên Kurd û Êzîdî yên siyasî û hiqûqî dozê naşopînin; ti tişta diyar a hewldana mudaxiliyê xuya nake. Bi ser de jî li ser navê Rêveberiya Xweser jî hewldaneke mudaxiliyê ya diyar nîne. Bi ya min ne dereng e û di vê pêvajoya dozê de divê ev hewldan bên kirin. Ma dozeke ji vê muhimtir a hiqûqî dibe. Derfetên muhtemel jî pişta vê îdîaya min digirin. Niha tenê komeleya Hawar.help bi rêvebera xwe Duzen Tekkal xuya dike, lê ji vê dozê re bêhtir hêz û qewet divê. Divê ev hêz û qewet jî ji civakên Kurd û Êzîdî bê, û bigihîje hev.