Li dijî Hevserokê KON-MED´ê Tahir Koçer bi îdîaya heqareta li Erdogan gelek doz hatin vekirin. Dadgehê doza 7´an a li dijî wî jî rawestand. Rûniştina dozê ya li Dadgeha Silhê ya Hannoverê 16´ê Hezîranê diviyabû pêk bê, çênebû. Dadgehê rojekê beriya rûniştinê parêzerê Tahîr Koçer agahdar kir û got, ew vê kêliyê dozê disekinînin. Koçer ji me re got, "Di rûniştina beriya vê de (8´ê Hezîranê) min red kir îfadê bidim, parastina xwe bikim. Min li şûna wê daxuyaniyek da. Dibe ku vê yekê tesîr li dadgehê kiribe." Koçer difikire ku yan demeke nû bê diyarkirin yan jî dadgeh bi temnamî betal bibe. Li gorî wê heger biryareke erînî derkeve ev ê ji bo dozên din ên dişibin ya wî jî bibe nimûne. Hevserokê KON-MED´ê Tahîr Koçer di daxuyaniya xwe ya 8´ê Hezîranê de gotibû, peymanên navneteweyî yên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de tên bi kar anîn û ev doz ji bo Elmanyayê skandal in. Li dijî Koçer, dewleta Tirk li nav erdên xwe ji ber axaftinên wî û parvekirinên wî yên li ser medya civakî 7 doz vekiribûn. MURAT MANG/HANNOVER