Emer Salih: Daxwaza me ya sereke qebûlkirina statuya Şengalê, vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de ye. Şengal êdî aram e, lazim e ji nû ve bê avakirin. Hewildanên me dewam dikin, em li benda bersiva hikûmeta Îraqê ne.
AYSEL AVESTA
Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan PADÊ Emer Salih li ser rewşa dawî a Şengalê û hin hevîdîtinên bi aliyê Iraqê re kirine, bersiv da pirsên me. Emer Salih di hevpeyvînê de bi îhtîmam got, Şengal êdî aram e, û ji bo jinûveavakirinê xwest gav bên avêtin. Herçî daxwazên sereke yên Şengaliyan ji rêveberiya navendî ya Iraqê ye, wî got, ew dixwazin statuya Şengalê bê qebûlkirin û korîdora insanî ya di navbera Şengal û Rojava de bê vekirin.
Ji bo qebûlkirina statuya Şengalê hin hevîdîtin bi aliyê Iraqê re çêbûn. Ev hevdîtin çawa derbas bûn?
Daxwaza me ya sereke qebûlkirina statuya Şengalê ye. Ji her alî ve derî û sînor li dora Şengalê hatine girtin. Hêzên herêmê naxwazin Şengal aram bibe. Ji ber ku baş dizanin ku îro li Şengalê hêzeke parastinê heye. Hêza YBŞ-YJŞ´ê, û Asayişa Êzîdxanê hene. Çi Hikûmeta navendî ya Iraqê û çi jî hikûmeta herêma Kurdistanê naxwazin îradeyek li Şengalê bê avakirin. Li hemberî destketiyên me bê tahmûliyeke mezin heye. Tehdîtên dewleta Tirk û girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de nîşanên vê yekê ne. Niha Hikûmeta Îraqê hewl dide hêzeke din a eskerî li Şengalê ava bike. Lê em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku hêza me ya eskerî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê jixwe hene û Şengal parastiye û diparêze. Ji ber wê, me helwêsta xwe eşkere nîşan da û diyar kir ku em ti hêzên eskerî li Şengalê naxwazin.
Daxwazên rêveberiyê yen sereke ji aliyê hikûmeta Iraqê ya navendî çi bûn?
Şengal ji aliyê rêkxistinî û ewlehiyê ve hatiye astekê. Daxwaza me ya sereke ji hikûmeta navendî a Iraqê ew e ku Meclîsa Xweseriya Şengalê bi awakî fermî bê qebûlkirin. Şengal bibe bajarekî xwedî statuyeke serbixwe. Li ser van daxwazan, me hinek hevdîtin pêk anîn. Hewildanên me li ser we mijarê dewam dikin. Em niha li benda bersiva hikûmeta Iraqê ne.
Jinûveavakirin, şênkirin û ji mayinan paqijkirin, niha ji meseleyên acil ên Şengalê diyar in… ti projeyeke we heye; yan jî ji bo projeyên hevpar bi Iraqê re we ti gav avêtine?
5 Sal di ser rizgarkirina Şengelê re derbas bûn, heta niha ji aliyê Hikûmeta Iraqê û ti hêzên din ve ji bo avakirina Şengalê tiştek nehatiye kirin. Di aliyê binesaziyê de jî xizmet çênebûye. Ji hêla Bakur ve xelk hemû vegeriyaye cihê xwe, lê ji aliyê Başûr ve kes venegeriyaye, ji ber ku di warê binesaziyê de xizmet nehatiyê kirin da ku Xelk karibe wegere ser axa xwe. Heta îro jî paqijkirineke baş ji bermahiyên çeteyên DAIŞ´ê çênebûye. Tevî ku bi sedan caran me hevdîtîn û daxwaz ji hikûmet û saziyên peywendîdar kiriye jî, heta niha ti bersiva êrênî nedane me. Me ji wan xwest ku werin gundan ji mayinan paqij bikin da ku milet vegere ser axa xwe. Jixwe saziyên ku niha li herêmê ne ti karî nakin. Mehê ancax 10-15 malan paqij dikin. Rayedarên Iraqê û hikûmeta navendî ji bo avakirina Şengalê bi erkên xwe ranabin. Heta niha me bi derfetên xwe yên heyî li Şengalê xizmeta gelê xwe kiriye, lê bûguman ev yek terê nake. Iraq dixwaze weke caran Şengalê di her aliyî de bi xwe ve bide girêdan. Ji bo dezgehên bazirganiyê ku pêwistiya civakê bi wan heye me daxwaz kir lê xwe nedan ber meselê. Me weke Meclîsa Xweser di navbera Xanesorê û Sinûnê de qadek ji bo bazirganiya genim û ceh vekir. Dîsa ji bo avakirina kargeheke arvan, ango çêkirina aş û cihê avê me projeyek amade kiriye, di demeke nêzîk de wê têkeve meriyetê.
Piştî têkbirina DAIŞ´ê gelek jin û zarokên êsîr hatin rizgarkirin û hin ji wan hatin Şengalê jî; hûn ji bo misogeriya wan a jiyanî, aborî û civakî çi dikin?
Piştî rizgarkirina Dêra Zorê gelek jin û zarokên Êzîdî yên êsîr hatin rizgarkirin. Civaka me ew bi kefxweşiyeke mezin pêşwazî kir. Mala Êzîdiyan a Amûdê û Hêzên QSD´ê jî kedeke mezin dan. Em malavahiya wan dikin. Wan bi mehan, ew li cem xwe girtin û perwerde kirin da ku xwe ji bin bandora fikra qirêj a çeteyên DAIŞ´ê rizgar bikin. Mixabin gelek jî ji wan mirovên me niha di Ewrûpa re derketine. Dil dixwest ku ew li ser axa xwe bin. Lê ne Hikûmeta Iraqê û ne jî hêzên navneteweyî di wî warî de bi erkên xwe ranebûn û bi zanebûn berê wan dan koçberiyê. Heger ji bo wan kampek bihatana avakirin û derfetên perwerdekirinê bihatana dayîn, wê bi hêsanî karibûna xwe ji êş û trejediyan rizgar bikin. Xelkê me niha tenê baweriya xwe bi hêza YBŞ-YJŞ´ê û meclîsa xweser tîne û bi we baweriyê jiyana xwe li Şengalê didomîne.
Di meseleya korîdora insanî de heta niha gelo ti tişta ku aliyê Iraqê ji we re gotî heye, yan jî teahudên aliyan (rêveberiya we û Iraq) hene?
Ji bo vekirina deriyê sînor her carekê sozekê didin me. Lê Hikûmetê heta niha ti soza xwe pêk neanîye. Ev derî ji bo Xelkê me deriyê jiyanê ye. Em li benda vekirina derî ne. Yekane daxwaza Xelkê me vekirina derî ye. Piştî nerazîbûnên gel û hevdîtinan, soz dan me ku di demeke nêz de derî vekin, em li benda bersiva wan in. Wekî din di warê ewlehiyê de ti pisgirêkên me tinin, rewş niha li herêmê aram e.