Li dijî siyasetvanê CDU’yê yê ji Kolnê ji ber ku kesek bi sîlehê birîndar kiribû, piştî êrişa wî bi qederê 6 mehan hîna nû doz hat vekirin.
Dozgeriya Kolnê di bûyera birîndarkirina ciwanekî 20 salî li Koln-Porzê de, siyasetvanê CDU’yê yê 72 salî bi binpêkirina qanûna sîlehan û birîndarkirina xedar a bedena mirovekî gunehbar kir. Siyasetvanê cihî yê CDU’yê kanûna derbasbûyî li devê deriyê hewşa xwe gule li xortekî 20 salî reşandibûn. Tişta di îdîanameya dozger de balkêş ew e ku weke sedem dijminahiya li dijî biyaniyan hatiye nivîsandin; lewma xortê birîndarkirî ji Lehistanê ye. Gule ji piştê ve li nav milê xortî ketibû.
Li ser nerazîbûnan siyasetvanê CDU’yê dev ji wezîfeya xwe berda. Bi her halî, li Elmanyayê pirr kêm caran evqasî eşkere kesek bi “dijminahiya biyaniyan”, û sedemên “rastgiriya tundraw” tê gunehbarkirin. Ev doz wê çawa biçe serî û hakim jî wê siyasvanê CDU’yê ji ber dijminahiya biyaniyan û rastgiriya tundraw ceza bike yan na; ha ev herdu pirs wê diyar bikin ka rêûresma xwedîderketina li sucên rastgiran a dewleta Elman wê xira bibe yan na.
KOLN