Endamê Koordînasyona Êzîdiyan Zekî Şengalî (Ismet Ozden) yê ku li Şengalê di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dayî û fermandarên HPG’ê Atakan Mahîr, Ronî Mûnzûr ên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dayî, û Tarik Artvîn ê li Derya Reş jiyana xwe ji dest dayî li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê û li bajarê Swîsreyê Winterthurê hatin bibîranîn. Li  bajarê Belçîkayê Antwerpenê jî Dijwar Colemêrg, Rûken Faraşîn, Zekî Şengalî û çalakgerên li îranê darvekirî hatin bibîranîn.

Li Frankfûrtê Endamê Koordînasyona Êzîdiyan Zekî Şengalî yê ku di 15’ê Tebaxê de li Şengalê di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû û fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban), Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn) ên ku 11’ê Tebaxê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, û Tarik Artvîn (Bariş Oner) li hatin bibîranîn. Qederê 100 kesî beşdarî çalakiyê bûn.

Heger ew Mam Zekî dikin hedef...

Bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û Delal Alpaslan di çalakiyê de axivî û got, “Têkoşîna ku şehîdan ji me re hiştiye, em ê weke malbatên şehîdan bidomînin.”

Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman jî axivî û got, “Em ê têkoşîna ku Mam Zekî, Atakan Mahîr û heval Tarik ji me re hiştî, bi hemû hêza xwe bidomînin. Em bang li malbatên şehîdan dikin ku, di vî warî de hestiyar bin. Heger dewleta Tirk îro roj hevalên me yên mîna Mam Zekî dikin hedef, divê em jî beramberî vê têkoşîna xwe xurt bikin.”

Li ser navê KCDK-E’yê Botan Çekdar jî diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê êdî têk diçe. Piştî sînevîzyonê bibîranîn bi gotina sloganan bi dawî bû.

Sonda me bila serketin be

Atakan Mahîr  û Ronî Munzur û Zekî Şengalî li bajarê Swîsre Wînterthurê hatin bibîranîn.

Bibîranîn bi beşdariya qederê 500 kesî pêk hat. Li ber pankarta ‘Şehîd Rûmeta me ne’ wêneyên şehîd Mahîr, Munzur û Şengalî, pakrewanên din ên Tevgera Azadiya Kurd, û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar li vir axivî û got, ‘’Em ê têkoşîna ku şehîdan di rêya azadiyê de hiştine, serfiraz bikin, bila ev sonda me ya ji bo şehîdan be.’’

Bi belgefîlman jiyana şehîdan hate vegotin. Li ser navê Dayikên Şehîdan û xizmên wan axaftin hatin kirin û qisekeran got, ew ê li têkoşîna pakrewanan xwedî derkevin.

Li bajarê Belçêkayê Antwerpenê jî ji bo Dijwar Colemêrg (Yilmaz Aşan), Rûken Faraşîn, Zekî Şengalî û 3 çalakgerên Kurd ku li Îranê hatin darvekirin, bernameyeke bibîranînê hat çêkirin. n NAVENDA NÛÇEYAN