Rûniştina doza 36 jê parêzer, 1 jê rojnamevan 37 jê girtî bi tevahî 50 kesên tên darizandin di roja 3'yêm de dewam kir. Beriya rûniştinê polîsan li dora edliyeyê tedbîrên berfireh girtin. Gelek polîs û hêzên ewlehiyê anîn salona û ji wana 3 bariyer hatin sazkirin. Di vê navberê de parêzer, rojnamevan û gelek şopdarên dozê jî hewl dan ku bikevin salonê. Di rûniştina ku destûr nedan rojnamevan bikevin rûniştinê de di navbera rojnamevan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Parêzeran diyar kirin ku bi şiklî heke çend parêzeran serbest berdin dê qebûl nekin û xwestin hemû hevpîşeyên wan bên berdan.
Parêzerên girtî û negirtî, parêzerên wan û şopdarên dozê tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştina ku pêr parastina parêzaran hat girtin duh jî bi parastina wan destpê kir. Destpêkê parêzer Davut Uzunkopru mafê axaftinê girt û diyar kir ku ne pêkan e ku ew xebatên rêxistinê bimeşînin. Uzunkopru ev tişt got: “Ji ber ku dema em çûn hevdîtinê jî me di rê de hev didîtin. Me beriya wê hev nasnedikirin. Gelo di rewşeke wisa de girêdaneke çawa ya rêxistinî çêdibe min fêm nekir. Min gelek parêzer piştî em hatin binçavkirin nas kirin. Wê demê bibe bibe komîteya Serokatiyê di nezaretxaneyan de hatiye avakirin.”
Uzunkopru, diyar kir ku di îdianameyê de tu delîlên şênberên ên kengî ferman girtin tunene û divê dozger vê yekê bê guman hemûyan daynê holê. Uzunkopru, anî ziman ku 13 salan di bin kontrola dewletê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tên û wiha got: “Her tim hevdîtinin li dijî hiqûqê tên qeydkirin. Li gorî van qeydên dijqanûnî dozê li parêzeran vedikin. Berê tenê min hevdîtinek pêk anî doz der heqê min de hate vekirin. Dema ku doz berdewam dikir der heqê min de ji ber heman hevdîtinê ez hatim binçavkirin û girtin. Ji ber çalakiyekê min ducaran heman sûc kir, yanî tê wê wateyê. Rewşekî wisa awarte diafirînîn. Qeydên dijqanûnî di destê dozgeriyê de hene. Di çarçovaya îdiaşyên berî lêpirsîna Komîteya Serokatiyê de pêk hatin ez hezaran caran jî çû ez dê disa li vir bim. Ji ber qeyda hevdîtina muwekîl û parêzer Dadageha Bilînd a Îspanyayê qedexe hat û dozger jî ji pişt re hate girtin. Em jî ji ber vê yek tên girtin. Di ramanê polîs de peyveke îlegal heye. Di vê darizandinê de çi pêk bê bila pêk bê biryara hilbijêra parzer û muwekîl dê bibe. Bila biryara tahliye û berata min bê dayîn.”
Pişt re parêzerê girtî Dogan Erbaş hate ser kursiyê û Kurdî axivî. Erbaş, ji ber destûra parastina Kurdî naheta dayîn diyar kir ku ew parastinê nake û biryara dadgehê şermezar kir. Erbaş, hevalên xwe yên duh parastina wan a Kurdî hate astengkirin bibîrxist û wiha got: “Ez jî dixwazim weke hevalên xwe bi Kurdî biaxivim. Lê we qedexe kir. Ez vê biryarê şermezar dikim û parastinê nakim.” Dadger jî got, “Min fêmkir ewil hun tirkî axivîn pişt re hûn dixwazin bi Kurdî parasetinê bikin.” Erbaş jî bi “Kurdî” bersiv da û derbasî cihê xwe bû.
Prz. Cemo Tuysuz jî diyar kir ku ew bi dilê xwe çû hevdîtinan û wiha got: “Min li dijî hiqûqê tu hevdîtin nekirin. Hemû hevdîtinên me hatin qeydkirin. Piştî hevdîtinê tu agahî ragihandin tuneye. Tu kes bi girêdana rêxistinê hevdîtin nekirin û mijareke wisa jî tuneye. Têkiliya hemû parêzerên çûn hevdîtinê bi cîhana derve re hate qutkirin û têkiliya muwekîlê me bi derve re hatiye qutkirin. Heke derfet hebin ez dê çareke din biçim hevdîtinê û tevlî hevdîtinan bibim.” Tuysuz, anî ziman ku li gorî nûçeyeke di 1'ê cotmeha 2010'an de di rojnameyekê de derket têkoliya wî bi rêxistinê re girêdidin û axaftina wî ya di panelekê de kir weke delîl nîşan didin. Tuysuz, da zanîn ku dema ew çû buroya xwe polîsan ji wî re got wan bombeyên destan û gule peyda kirin lê têkildarî wan de tu delîl di dosyayê de tunene.
DÎHA/STENBOL