
2'emîn rûniştina doza27 jê parêzer bi tevahî 28 jê girtî û 50 kesên tên darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dê îro bê dîtin. Parêzerên Ocalan ku 22'ê Mijdara 2011'an de hatin girtin, yekemîn doza wan di 16'ê Tîrmehê de li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin û mafê parasitna zimanê zikmakî hatibû redkirin. Doza ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi îdîaya "Parêzer di navbera Îmralî û Qandîlêde quryetikê dikin" tên darizandin, balkêş e ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava vê dozê te cih nagire. Rûniştina doza ku bi alozi dest pê kiribû. Di rûniştina ewil de ji Hollanda, Belçika, Fransa Swêd û gelek deverên din hiqûqnas hatin doz şopandin.
Parezerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di 22'ê mijdarê de hatin binçavkirin di 26'ê mijdarê de hatin girtin. 41 parêzerên ku li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin darizandin, ji aliyê 100 parêzeran ve hatin parastin. Piştî ku parêzeran heyeta dadgehê boykot kiribû doz bi encam bûbû. Endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Zeynep Arat û Nezahat Paşa Bayraktar, Mahmut Alınak, Ayşe Batumlu, Firat Aydinkaya, Mehmet Ayata, Nevzat Anuk, Yalçin Saritaş serbest hatibûn berdan. Parlementerê DEP'ê yê berê Mahmut Alinak li ser îtîraza dozger dîsa hatibû girtin.
Îdîanameya ji bo rewakirina tecrîdê
Parêzeran diyar kirin ku îdîanemya hatiye amadikirin armanc dike ku mafê muwekîlê wan ê parastinê ji destê wan bigirin û hemû têkiliyê muwekilê wan ji cîhanê qut bike. Dozgerê Komarê parastina ji 858 rûpelan pêk dihat amade kir û pêşkêşî 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir. 46 parêzer, rojnamegerek û 3 xebatkarên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi îdîaya "Entamdiya Rêxistinê" û "Rêveberê Rêxistinê" tên tawanbarkirin. Prz. Cengîz Çiçek, Îbrahim Bilmez, Omer Guneş, Faîk Ozgür Erol, Hatice Korkut û Emran Emekçî, rojnameger Cengiz Kapmaz, bi îdîaya "Rêveberiya rêxistinê" tên darizandin. 43 bersûcên din jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê" têndarizandin. Di îdîanaemyê de 12 rûpel der barê nasnameya parêzeran de 56 rûpel der barê dîroka PKK-KCK'ê de hatiye amadekirin. Di îdîanaeyê de hemû xebatên parêzeran di çarçoveya xebatên KCK'ê de hatiye nirxandin.
'Rojên li Îmralî' delîla sûc e
Dozger di îdîanameyê de pirtûka Rojnameger Cengiz Kapmaz a "Rojên Îmraliyê" wekî delîl nîşan dan. Dîsa raporên ekspertiz, raporên teşhîsê, hard disk û flash disk hemû wekî delîl nîşan dan. Disa daxuyaniyên Îrfan Dundar wekî delîla sûc hatin dîtin.
Piraniya îdîanameyê ji têbiniyên hevdîtinan ên di navbera Parêzer û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê. Notên hevdîtinê jî wekî ferman hatiye nîşandan û wekî delîla sûc li ber çavan digire. Di îdîanaemyê de hate diyarkirin ku hemû agahî li ser maîla "ucurumdakos@yahoo.com" bi Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan re hatine parvekirin. Dîsa di îdîananeyê de axaftinên telefonê û îfadeya Prz. îrfan Dundar wekî delîl hatine nîşandan.
'Divê Ocalan bê guhdarkirin'
Doz dê îro li Kampusa Cezayê Înfazê ya Sîlîvriyê 3 rojan berdewam bike. Heyetê di rûniştina ewil de bi şert prz. Yaşar Kaya, Mahmut Alinak, Mehmet Nurî Denîz, Veysel Vesek, Cemo Tuysuz, Aydın Oruç, Osman Çelik, Hakzan Sadak û Huseyin Çalişçi serbest berdanbûn. Der barê parêzerên din de jî li gorî xala 6352'an berdewama girtinê dabû.
Prz. Dogan Erbaş, diyar kir ku di vê rûniştine de divê lazim e teqez Ocalan bê guhdarkirin û di rûniştina dozê de bê amadekirin û wiha got: "Em parêzerên Ocalan in. Di vê dozê de cih daye hevdîtinên bi Ocalan re. Delîla sûc hevdîtin hate nîşandan. Wê demê ger ku sûc hevdîtina bi Ocalan re be divê teqez Ocalan di vê rûmiştinê de amade bê dîtin. Her kes baş dizane ku hemû hevdîtin di bin kontrol û venêrtiya dewletê de pêk hat. Lê dema mijar dibe parêzerên Ocalan zagon û makeqanûn radiweste û Enqere dikeve dewreyê. Daraz ji aliyê Enqereyê ve tê arastekirin. Ger ku komîteya Rêbertiyê hebe, wê demê divê di serî de îfadeya Ocalan bê girtin. Ji xwe di navend û cehwerê îdîanamyê de Brêz Ocalan cih digire. Ev rûniştin bêyî Ocalan nabe. Ger ku darizandinek adîlane tê xwestin, wê demê divê berî her tiştî teqez Brêz Ocalan guhdarkirin.
Parêzerên girtî wiha ne: Şaziye Onder, Davut Uzunkopru, Dogan Erbaş, Cemal Demir, M. Sabir Taş, Emran Emekçi, Hatice Korkut, Îbrahim Bîlmez, Omer Guneş, F. Ozgur Erol, Cengiz Çiçek, M. Sani Kizilkaya, Mustafa Eraslan, Asya Ulker, Mehdi Oztuzun, M. Deniz Buyuk, Mehmet Ayata, Serkan Akbaş, Muharrem Şahîn, Mehmet Bayraktar, Mizgin Irgat, Mensur Işik, Şakir Demîr, Sabahattin Kaya, Bedrî Kuran, Servet Demîr, Fuat Coşacak.
DÎHA/STENBOL