Ziman gelo bi tenê amûra ragihandinê ye yan ya gelek tiştên din e jî. Perwerdeya bi zimanê dayikê çima girîng e. Civak û gelên ji perwerdeya zimanê zikmakî bêpar mane gelo di çi rewşê de ne? Mafê perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê dayikê di nav têkiliyeke çawa de ne? Têkoşîna ji bo perwerdeya zimanê dayikê ya pêkhateyên nayên dîtin, wê encamên çawa derxîne holê. Gerînendeyê malpera înfo.welat’ê û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Necat Ayaz ji Prof. Dr. Işil Unal pirsî.


Bi ya we di navbera mafê perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê dayikê de (PZD) têkiliyeke çawa heye?

Di nava têkoşîna mafê perwerdeyê de daxwaza PZD’ê jî heye. Divê ev wiha be jî, ji ber ku sebeba ku em perwerdeyê wekî mafekî daxwaz dikin û wê wekî têkoşîneke siyasî dibinîn, wate û naveroka ku em li perwerdeyê bar dikin e. Ji bilî vê, ger dema em pêvajoya perwerdeyê bi form û naveroka wê ya îro bixwazin, maneya wê ew e ku hişê me ne li serê me ye. Ji ber ku mirov dikare bibêje ku îro perwerde ji bo hemû derdorên ku li ser naverokê tesîra wan tuneye (jin, LGBT, elewî, kesên ne misilman, kesên ji olê bawer nakin, Kurd, Laz û hwd.) şideteke sîmgeyî/epîstemîk e. Ev, ger em bi kurtahî bibêjin, nahêlin em bi nasnameyên xwe cih bigirin û ji me re zemînekî meşrû ya hebûnê nehatiye hiştin. Pratîkên fêrbûnê yên li dibistanan xwedî taybetiyên tecrîtkirin û vederkirinê ne. Eger em formên agahî, çand û ragihandin/hevbandorî di perwerdeyê de (û di dibistanan de) serdest in daynin aliyekî jî, bi tenê perwerdenebûna bi zimanê dayikê bi tena serê xwe tê wateya veqetandina xwendekar ji çanda ku ji nava wê tê û ferzkirina ziman û çanda serdest; û ev jî şîdet e.  


Perwerdeya ku em wekî mafê bingehîn ê mirov dibînin û dixwazin wê pêk bînin perwerdeyeke çawa ye?

Em dixwazin pêvajoyeke ku em karibin bi nasnameyên xwe tê de cih bigirin û helbet bi zimanê xwe yê dayikê hemû têkiliyên xwe bimeşînin, di nava tora têkilî û parvekirina piralî ya di navbera kesên wekhev de xwedî derfeta fêrbûnê bin, ava bikin. 


Ger pergala heyî ya perwerdeyê wekî ku hûn dibêjin hawirdoreke şidetê pek tîne, ne heyf e ku mirov ji bo rastî şidetê were ewqasî hewl dide? 

Ji bo mirov karibe di nava vê civakê de bijî heta ji bo karibe bibe welatî divê têkeve nava pergala perwerdeyê û perwerde bibe. Em dixwazin biçin dibistanê, hewl didin ku herkes biçe dibistanê, ji ber ku bêyî belgeyên saziyên perwerdeyê bidin, em ne dikarin di nava civakê de bixebitin û ne jî statuyekê bi dest bixin. 

Em ji vî alî ve wekî amûrekê li perwerdeyê dinêrin. Em li wir di heman demê de li ber xwe didin û têdikoşin. Ji bilî vê, bêyî em têkevin nava wê ne mimkûn e ku mirov perwerdeyeke cuda ava bike. Ji ber ku wekî kirdeyên di nava sîstema perwerdeyê de em têdikoşin, em difikirin ku perwerdeyeke azadker di nava demê de û bi riya têkoşîna xwe ava bikin. 


Li Tirkiyeyê têkildarkirina têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê bi têgeha “mafê perwerdeyê” re çi ye? 

Çawa ku divê em perwerdeya bi zimanê dayikê wekî “kilîda” têkoşîna mafê perwerdeyê bibînin, divê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê ji retorîka maf neyê veqetandin û divê em destûrê nedin ku ew wekî “pêdiviyeke pedagojîk” bê terîfkirin. Em dizanin ku gelê Kurd ku demeke dirêj e ji bo azadiyê têdikoşe, dixwaze zarokên wî bi zimanê dayikê ku parçeyek e ji çanda wî, perwerde bibe. Lê di heman demê de em dikarin bibêjin, ew naxwazin weke neteweperest, zayendparêz, heteroseksîst û hwd. jî perwerde bibin. 

Bi tenê PZD pêşiya azadbûyînê venake, wate û naveroka perwerdeyê pir zêde girîng e. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne ji ber ku ew “ji aliyê pedagojîk ve” pêwîst tê dîtin, tê xwestin. Li tu aliyê cîhanê bi vê sebebê perwerdeya bi zimanê dayikê nayê xwestin. Wê demê li Tirkiyeyê û li welatên ku zimanê wan ê dayikê ne Ingilîzî ne çima perwerdeya bi Ingilîzî perwerdeyê dikin? Pisporên ku perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin, li ser “pêdiviya pedagojîk” disekinin, an dikevin nava hewldana veqetandina tişta ku “zanistî ye” û her wiha “pedagojîk e” ji tişta ku “siyasî ye.” Ev rewş jî dilê serdestan xweş dike. Ji ber ku vê carê hem li nîqaşên perwerdeya bi zimanê dayikê ya li ser bingeha modelan ve û hem jî li pîvanên serfirazî, berhemdarî û hwd. di dema miqayesekirina modelan de derî tê vekirin.

Freire fêrî me kir ku fêrkirina xwendin-nivîsandinê jî ku karekî teknîkî ye, kiryareke polîtîk e. Lewma, divê em bi rêya bibîranîna tiştê ku pedagojîk e polîtîk e jî, divê em PZD’ê di nava retorîka maf de bibînin û wê ji têkoşîna perwerdeya azadker cuda nekin. 


Dema serdest perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl dikin jî ji bo asîmîlasyonê dewam bikin, dikarin formulên nû bibînin, hûn dikarin vê mijarê hinekî vebêjin?

Li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan polîtîkayên hikûmetê yên di vî warî de pirr bi fitl û veger in. Serdest “Meseleya kurd” dikin amûrek. Dema ev mijar karibe di hilbijartinê de dengan bîne, watedar û girîng xuya dike. Wekî din nîşanên polîtîkayeke ku statuya wekhev dide gel û çandên li Tirkiyeyê, tune ne. Dema mirov nikaribe qala guherîna zîhniyetê, guherîna polîtîkayê bike, bi ya min qet mumkin xuya nake ku dewlet bi carekê dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde. 

Ez ji vir bi rê dikevim û dibêjim bersiva pirsên der barê tetbîqkirinê de, an “çawa?” divê wiha be: “Bi awayekî ku bersiva pêdiviyên gelê ku PZD’ê dixwaze.” were dayîn divê pêk were. Ji ber vê yêkê, bersiva pirsa “Perwerdeya PZD’ê divê çawa bê tetbîqkirin?” ew e ku divê pispor bersiva wê nedin lê gel bi xwe bide. Divê bersivên li derveyê gel tê dayîn ji aliye encamên xwe ve bên lêpirsînkirin. Ji ber ku dema ew tên rojevê, ji maliyeta wê ya ji bo dewletê bigirin heta berhemdariya fêrbûnê û standardên navneteweyî, li gorî min gelek pîvanên ku bi mijarê re ne eleqeder in tên rojevê. Wê demê jî armanc dibe amûr.


Gelo zêde li ser naverokê mirov rawese, ev yek meseleyê zêde polîtîze nake?  

Serokê Kurdan Ocalan qasî ku ez dizanim, “rastiyeke/honandineke fikrî ya cîhanê” çêdike. Hereketa azadiyê ya Kurd di nava vê rastiyê de watedar dike û vê perspektîfê li ser serdestan ferz dike. Bi riya hemû famkirina ji cîhanê ya ji têgihîştina xwezayê heta têgihîştina civakê ji nû ve dadimezrîne û bang li gelê Kurd heta li gelên cîhanê dike ku vê perspektîfê ava bikin. Ez vê hewldana dij-hegemonyayê pir girîng û birûmet dibînim. 

Bi ya min, maneya vê perspektîfê dawetnameya ji bo perwerdeyeke azadker e. Digel ku tecrûbeyên Spanya, Meksîka û Rojava Kurdistanê girîng in, ez difikirim ku li Tirkiyeyê PZD wê ji aliyê kirdeyên ji Tirkiyeyê di nava mercên xwerû de bê avakirin.  


NECAT AYAZ