Di her bûyîn, rûdan, doz, rabûn û mijarê de encamekê heye. Ya herî giring van encaman bi awayekî têrgihîştî dîtin û bi şêwzeke zanistî nirxandin û jê ders derxistin e. Li gor boçûnên min; encama herî bingehîn ya doz û biryara Roj TV dilşadbûne hemû Kurdan û qehirandina serkarên Tirk yên dijminên xwezayîya hebûna gelen û alîgirê wan ên emperyal e. Dema mirov li rastiya tê jiyanê dinêre, dikane vê bi hêsanî bibîne.
Di roj û wê momenta biryara Roj TV dihat dayîn de, ez di dersê de bûm. Min hîç hêvî nedikir ku di wê kêliyê de telefon werin. Lê telefon li ser telefonê hatin. Goştan bi şêweyê yekdengî digotin: „Mamoste çavên me ronî, wê Roj TV neyê girtin.“ Zarokan bi nûgerî ji min pirsîn: „Mamoste îro çima ewqas kes telefonê te dikin, çi bû?“ Min mijara Roj TV û doza Roj TV ji wan re, li gor cihana wan vekir. Giştan bi dilşadî çepik li hev dan û bi yek dengî wekî alaman qêriyan „Huraaa!“ gotin û ji min xwestin ku em govendê bigirin!“
Dema zarok bi dilşadiya cihana zarokatiyê derketin bêhndayînê, dayîkekê tu têkiliya xwe bi polîtîkayê re tune, cara nedihat dibistanê, bi devkenî û dilşadî hat, bê rawestan bi evîna biratî ez hemêzkirim û vê re mizgînî da min. Bê ku li pirsa min bipê, bi şabûneke zarokatî ji min re wiha got: „Mamoste, ez almanî nizanim, ji televizyonên almanan fêm nakim. Ez Tirkî û erebî jî nizanim, ji televizyonên wan jî tu tiştî fêm nakim. Televizyonên Kurdên başûrê Kurdistanê jî tev soranî ne, ez soranî jî fêm nakim. Ez tirsiyam ku Roj TV were girtin û ez di mal de bêkes û bêxwedî bimînim! Lê şukir ji xwedê re, edî dunya jî dengê me dibihîse!“
Bêguman vê dayîkê ne tenê hestê xwe, wê hestê bi milyonan Kurdan danî ziman. Ez di wê baweriyê de me ku dilê hemû Kurdan wekî dilê wê dayîkê şabûye. Bi taybetî jî dilê kesên ku bi zimanên din nizanin, yên ku hê xwe bernedanin nava evîna zimanên biyanî, yên ku hê wê reseniya Kurdewarî di giyan û zimanê xwe de dijîn, ji giştan bêtir şabûne. Ev helwesta bi milyonan mirovan, ev şahiya mirovan rasterast nişana pêkhatina yekitiya giyana derûnî ye, ev jî hemana bingehîn ya netewbûnê ye.
Vê biryara, ji bo Kurdan şahiya dilê bû, çapemeniya dûvikê serkarên Tirkên faşîzma kesk ku serenivsên rojnameyên xwe jî amadekiribûn di qirika wan de fetisand. Ev biryar wekî sîleyekê li rûçikê serkarên Tirk yên xwe wek padîşahên cihanê, yan jî zarokê NATO yê, yê quvd û tebere dibine, ket. Serkarên Tirk ji bo girtinê hemû hêza xwe seferber kiribû. Di pêngava herî dawiyê de ji bo ku bikane bandorê li encama dozê bike, wezîrê xwe jî şandin wir, lê seferberiya wan û wê sefera wezîrê wan ê nav ecêb Egemen Baxiş ê dostê wî kesê ji welatê cemsarê hatî, lê ji qafikê xwe ketî, vala derxist.
Ev doza Roj TV dozeke navnetewî bû, yan jî şerê gelê Kurd li hemberê hêzên global bû. Li aliyekê NATO, DYA û Tirkiye, li hemberê wan jî çapemeniya gelê Kurd. Divê em rastiyekê ji bîr nekin, hê ev doz neqedyaye. Serkariya faşîzma kesk bi hemû têkilî, şantaj, dek û dolaban li pey girtina Roj TV ye ku bikane di nava bêdengiyê de komkujiyên wek Helepçe û Hîroşîmayê pêk bîne. Ji ber ku hîmê îmana Sentêza Turk-îslam li ser xwîna bi dehan gelan hatiye avêtin û ew hê wekî vampîran xwînê dixwaze. Jixwe fetwayên wê Fetullahê bêîman ê kafir jî vê bi awayekî gelek aşîkar destnîşan dike. Wê ev doz di dîrokê de wek dozeke rûreşiya van hêzên navnetewî cihê xwe bigire.
Disa doza Roj TV ê dada Danîmarqayê jî di nava kel û xwêdanê de hîşt. Li aliyekê çewisandina hêzên NATO û navnetewî, berjewendiyên sermaya Danîmarqa; li aliyê din rastî û serkeftina dadweriyê hebû. Di encamê de biryareke çawa ku bixwaze dilê herdû aliyan jî şa bike da. Li gor dadweriya rast û mirovî biryara radkirina girtina Roj TV rast bû, lê biryara pereyeke ewqas zêde jî neheqiyeke pir mezin e. Çawa ku ev cezyê pereyan ji bo nermkirina bertekên wan derdorên xwedê qe rê nede wan bû.
Çend rûdanên girîng bi hemû cihanê da xuyakirin ku êdî di nava Kurdan de yekitiyeke netewî ya derûniya giyanî kemiliye û Kurd ber bi yek dengbûnê ve diçin. Ya yekem Erdheja Wanê bû, hemû Kurd bi dil û can ji bo alîkariyê rabûn ser pîyan. Ya duyem jî; bêguman birîna qetlîama Roboskî bû. Di vê qetlîamî de hemû Kurdan di giyana xwe de heman êş hîskirin û heman bertek nîşan dan. Ya sêyemîn jî serkeftina doza Roj TV bû ku dilê hemû Kurdan bi vê biryarê şa bû. Ev jî êdî baweriya serkeftin, baweriya azadi û baweriya serxwebûnê dide her Kurdî. Bêguman wê caş û xwêrnexwaz jî her hebin, lê êdî hikariya wan şikestiye.
Di encamêde mirov bi hêviyeke nû li siberojê dinêre, mirov bi helbesteke nû berê xwe dide bala giştî ya Kurdan, mirov dixwaze bi pexşan û niviştên nû li asûmanên li ser xaka me vebûye, giyana xwe ragihîne. Wê serkeftin ya gelê me be. Herbijî Roj TV.
Doza Roj TV û hin encam