Di roja me ya îro de herî zêde kar û xebaten rojnamevanên Kurd ber bi çavan e. Ji herdemê zêdetir nûçeyên rast têne weșandin. Îro zêdetir jî bi riya çapemeniya azad rewșa Tirkiyeyê, rewșa gelê Kurd û bi taybetî bûyerên siyasî li Kurdistanê rojnamevan dibin şahidê dirokê.
Gelê Kurd xwediyê dîrokek bi salane bi kuștin û talan rû bi rû dimîne. Rojnamevanên Kurd wê dîroka serhildanê û berxwedana gelê Kurd bi rastî dinivsînin, lê belê dewlet ji nivîsandina rastiyan ditirse ji bo ku rastî neyê weșandin, ji bo ku raya giștî bêdeng bimîne ku ti kes rewșa welat nebihîze, ji ber wê siyaseta AKP rojnamevanên Kurd dixe bin zextê û diavêje zîndanan.
Dewlet dixwaze çapemeniya Azad bêdeng bihêle.
Lê belê jibîr kiriye ku rojnamevanên Kurd ticarî dest ji rastiyê bernade û çiqas bare wê jî giran be, berdela wê giran be jî ewê hertim liberxwe bide.
Bi girtinan be jî, em dest ji rastiyê bernadin.
Her demê em bi rastiyê ve girêdayîne. Îro em dibînin ku dewlet dixwaze Kurda bêdeng bihêle, yanjî kurda li goriya xwe û siyaseta xwe bike.
Wê demê em dibînin ku li Tirkiyê tenê siyasetek heye, çawa Erdogan dibêje, 'yek dîn û yek netew'  îro jî dibêje yek çapemenî. Ji bo wê jî çapemeniya Kurd û rojnamevan bûne hedefa Serokwezîrê Tirk R. T. Erdogan.
Bi salane ku xebata hevalên me rojnamevan rastiya siyaseta înkar û îmhayê ya li hemberî gelê Kurd derxistin holê.
Ji bo darizandina rojnamevanên Kurd qaşo dadgeha hatibû lidarxistin enê şow bû. Gelekî balkêșe ku rûniştina dozê  di 12`ê Îlonê de qediya û hate pașvexistin.
Darbeya askerî ya 12`ê Îlonê 1980 bû, 12`ê Îlonê 2012 cunta sivîl li hemberî rojnamevanan bû.
Mesaja dewletê vekirî ye, lê belê dewletê jibîr kiriye ku xeta sor ya Avrûpa kar û xebata rojnamevana ye.
Ez niha diçim zindana Kandira ya  Koçaliyê ji bo pêșwaziya Endamê Koma Așîtiyê  ya Avropa birêz Heci Celik  ku di sala 1999'an ve li girtîgehê de ye.
Ez gelekî kêfxweș im ji bo birêz Heci Celik.
Ez niha diçim pêșiya zindanê lê nikarim hevalên xwe yên rojnamevan bibînim.  Ji bo wê ez gelekî xemgînim.
Ez hêvîdarim ewê mesaja min bigrin. Dilê min li cem wane. 12`ê Îlonê ez ji Avropa hatim Stanbolê gihiștim dadgehê û ji min re gotin dadgeh qediyaye û min disa wan nedît.
Ez gelek xemgîn bûm, lê berxwedan jiyane.