KONGRA GEL: Gelên me yên Kurdistanê, dostên me û her kesê ji xwe re dibêje, ‘ez insan im’, divê tevlî çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cihanê bibe ku ji bo şermezarkirina qirkirinê û daxwaza naskirina statuya Şengalê tên lidarxistin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Êzîdiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got, “Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e.” KONGRA GEL jî bi bîr xist ku ji bo şermezarkirina Qirkirina 3’ê Tebaxê û daxwaza qebûlkirina statuya Şengalê, wê li çar aliyên cihanê çalakî bên lidarxistin û ji bo van çalakiyan banga beşdariyê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, mirovên di Qirkirina 3’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anîn û ji bo jin û zarokên hatine revandin jî got “ew sonda têkoşînê ne.” KCK’ê destnîşan kir ku dawîanîna li fermanên li ser Êzîdiyan tê wateya qedandina komkujî û zextên li ser hemû gelên Rojhilata Navîn.
KCK´ê îfadeyên, “Êrîşa li dijî civaka Êzidî êrîşa li dijî rabirdûya Rojhilata Navîn e. Lewma ev yek xiyaneta li dîroka Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, Rêber Apo xwedîderketina li Êzidiyan weke xwedîderketina li hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd dîtiye û berpirsyariya li pêşberî Êzidiyan jî weke deynekî mirovahiyê nirxandiye.”
KCK´ê bi bîr xist ku Beriya 3’ê Tebaxa 2014’an gelek îşaretên qirrkirinê û fermana 74´an hebûne, û got, “Lewma Rêber Apo di nava sala 2014’an de jî li ser metirsiya komkujiya li dijî Êzîdiyan hişyar kiribû. Hêzên gerîla xwestin tedbîran bigirin, lê belê pêşî li wan hate girtin. Rêber Apo li zindana Îmraliyê ev ferman ji berê ve dît, lewma hemû hêzên siyasî yên Kurd, welatên Rojhilata Navîn û mirovahî ji vê komkujiyê berpirsyar in. Her kes bi navê mirovahiyê, deyndarê Êzidiyan e.”
Derwêş û Edûlêyên çiyayên Kurdistanê
KCK´ê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Tevî ku roja 3’ê Tebaxa 2014’an fermana 74’an li civaka me ya Êzidî rabû, civaka Êzidî ev yek ji bo guhertina çarenûsa xwe ya reş û tarî kiriye serdemeke diyarker. Bi hişmendiya vê fermanê, wê rastiyeke Êzîdiyan bê afirandin ku careke din rê nede fermanan. Derwêş û Edûlê wê êdî li stargeha xweş razên. Ji ber ku li Şengalê û li tevahiya çiyayên Kurdistanê bi hezaran Derwêş û Edûlê hene.
Di salvegera fermana 74’an de em bang li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û li Rojhilata Navîn ku cih û warê exlaq, wijdan, edalet, wekhevî û heqaniyetê ye, jiyana azad û demokratîk biafirînin û vê derê ji nû ve bikin erdnîgariya şaristaniya demokratîk a mirovahiyê.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cîhanê banga beşdariyê kir.
KONGRA GEL bi bîr xist ku ji bo şermezarkirina Qirkirina 3’ê Tebaxê û daxwaza qebûlkirina statuya Şengalê, wê li çar aliyên cîhanê çalakî bên lidarxistin û ji bo van çalakiyan banga beşdariyê kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan û tifaqên wî berpirsyarê sereke yê komkujiyê ye û PDK, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî jî şirîkên komkujiyê ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “PDK’ê ku Êzîdiyên li Şengalê bê çek û bê parastin avêtin ber çeteyên DAIŞ’ê, şirîkê herî mezin ê sûcê komkujiyê ye. Ev rastî bi ti awayî nayê nixumandin. Em ê êşa vê birîna xwe ya neteweyî û civakî ku gelekî giran e, ti carî ji bîr nekin.”
Erdogan wê hesab bide
KONGRA GEL weke berpirsyarê sereke yê komkujiyê, Erdogan û hevkarên wî bi nav kirin û wiha dewam kir: “Em wan bi tundî şermezar dikin û careke din dibêjin, ya ku hatiye kirin wê li erdê nemîne, hesabê wê wê were pirsîn. Hesabê DAIŞ‘ê çawa ku pûç bû, tifaqa faşîst a Erdogan bi Ergenekon û MHP’ê re kiriye wê pûç bibe.
Êşa bi hezaran mirovên me yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî, bi taybetî jin û zarokan, hîn di dilê me de gelekî giran e.
Heger ev plana li dijî civaka Êzidî bi ser biketa, ku patronê wê Erdogan, maşika wê jî DAIŞ bû, wê tevî gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dîrokeke bi xwîn û tarî dest pê bikira.”
Xwedî li statuya Şengalê derkevin
KONGRA GEL herî dawî îşaret bi girîngiya statuya Şengalê kir ji bo pêşîgirtina li fermanan û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Di serî de gelên me yên Kurdistanê, dostên me û her kesê ji xwe re dibêje, ‘ez insan im’, divê tevlî çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cihanê bibe ku ji bo şermezarkirina qirkirinê û daxwaza naskirina statuya Şengalê tên lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, ji bo 3’ê Tebaxê weke ‘Roja Qirkirin, Komkujî û Qirkirina Jinê’ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin, biryar da ku dest bi kampanyayekê bike. Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Şengalê pêwîst e li ser vê bingehê bên kirin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.”
ANF/BEHDÎNAN-BRUKSEL
Cejna Çilxane pîroz be
Navenda Yekîtîya Komelên Êzîdiyan (NAV YÊK) bi rasthatina Cejna Çilxanê peyamek weşand û cejn li civaka Êzîdî, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di peyama NAV-YÊK’ê de li ser Cejna Çilxaneyê ev agahî hatin dayîn:
“Cejna Çilxane, weke cejna ‘Cejna Çilê havînê’ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ye ku rojê demsalê yên herî xedar, dijwar û zehmet de di nava lêgerînê de ka çawa bistirin û pêşiya bê ser û beriyê bigirin. Armanceke vê cejnê derxistina pêşengan e. Wekî din jî, fêrkirina jiyana komîn û jiyana hevpar e.”
Di peyamê de hate destnîşankirni ku divê ev çanda qedîm ji aliyê civaka Êzîdî ve were parastin û bang li hemû civak û saziyên Êzîdiyan kir ku bi vê têgihiştinê tevbigerin: “Wekî tê zanîn 3.Tebaxê (îro) çaremîn salvegera fermana Şengalê ye. Em bang li civaka xwe dikin, yekîtiya xwe ava bikin û bi yek deng û yek hêzê beşdarî bîranîna fermanê bibin. Tenê bi yekîtiya xwe em dikarin bersivê bidin dagirkerên axa dayik û bavan.”