PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART

Li Stuttgartê di doza ku tê de Veysel S. jî di navê de yek jî serbest 5 kes tên dadgehkirin, tevî îtîraza parêzeran jî, Serdozgerê Federal ê Elman Dr. Udo Weiß şahidî kir. Balkêş bû ku dozên ji ber nebûna delîlan ketî yên li dijî Veysel S. jî xistin rojevê.

Di doza li Stuttgrtê de li dijî siyasetvanên Kurd Veysel S., Agit K., Evrim A., Ozkan T. û Cihan A. (serbest tê dadgehkirin) li hola girtîgeha Stammheimê rûniştina 7´an tevî pêkanîn skandal çêbû. Roja pêncşemê Serdozgerê Federal Dr. Udo Weiß weke şahid îfade da. Parêzer li ber wê yekê rabûn ku dozgerê dosya dozê amade kiriye, weke şahid îfadeyê bide. Wan got, ya rast ew e ku Ridvan O. yê ku li dijî siyasetvanên Kurd şahidî kiriye, li dadgehê îfadeya xwe bide.

Ji bo dozê çû Stuttgartê

Lê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Bi ser vê skandalê de Dr. Weiß ê ku li Berlînê wezîfedar e ji bo îfadeyê li Stuttgartê hazir bû. Wî ji dosyaya xwe gunehbariyên li dijî Veysel S. xwendin. Paşê jî wî cih da îfadeya Ridvan O. Jixwe doz li ser îfadeya Ridvan O. hatiye destpêkirin. Beriya niha derketibû holê ku Ridvan O. bazar bi polîsan re kiriye û di encamê de di berdêla mafê îqameta li elmanyayê de wî bi derewan sûc xistibû stûyê siyasetvanên Kurd. Wî îddîa kiribû ku hatiye revandin.

Piştre tohmetbariyên li dijî Veysel S. dewam kirin. Balkêş bû ku dozên beriya niha yên li dijî Veysel S. yên ku berê ji ber nebûna delîlan ketibûn jî xistin rojeva dadgehê.

Wekî din ji ber ku serokê heyeta dadgehê timî rê da ber Dr. Weiß jî parêzeran îtîraz kir. Lê ya xuya kir ew bû ku wan îdîayên dozgerî weke referans qebûl kirin.

6 kes ji ber şahidiya derew girtî ne

Rûniştin hat taloqkirinî 4´ê Tîrmehê. Hingê jî wê îfadeya Dr. Weiß dewam bike. Lê belê hîna ne diyar e, ka Ridvan O. yê ku li dijî siyasetvanên Kurd îfade daye wê kengî bibin rûniştinê. Ji ber îfadeyên Ridvan O. di vê dozê de 4 û di dozeke din de jî Şemsettin B. û Salih K. jî girtî ne.