Filmçêkera Elman Uli Bez ku ji ber parvekirina ala YPJ’ê li ser medya civakî hate dadgehkirin û ji aliyê Dadgeha Sulhê ya Munchenê ve biryara beraata wê hate dayin, li ser daxwaza dozger wê careke din bê dadgehkirin.

YPG û YPJ rêxistina terorê ya ku dijminê mirovahiyê ye DAIŞ di warê eskerî de qedandin. Dinya hemû rêzê ji wan re digire, l li Eyaleta Bayern a Elmanyayê her du û sembolên wan dibin hedefa kiryarên taybet. Tevî ku her du hêzên Rojavayê Kurdistanê li Elmanyayê ne qedexe ne jî, alên YPG/YPJ û PYD’ê di fermannameyeke Wezareta Karên Hundir de 2’ê Adara 2017’an hatibûn qedexekirin. Eyaleta ku ev qedexe bi rengekî dijwar lê bi cih tê anîn jî Bayern e.

Parvekirina alên YPG/YPJ’ê li medya civakî jî dibe sedema lêpirsîn û dadgehkirinê. Yek ji kesên ku sala 2017’an ji ber ku ala YPJ’ê li ser Facebookê parve kir, kete ber lêpirsîn, filmçêker Uli Bez e ku li bajarê Munchenê ye.

Bez bi îdîaya “Propaganda PKK a qedexekirî kiriye” hate dadgehkirin û Dadgeha Sulhê ya Munchenê Nîsana bihurî biryara beraata wê dabû. Lê belê dozgeriya Munchenê li dijî biryarê rabû û biryar bir ber destê dadgeha eyaletê. Li ser daxwaza dozgeriyê wê filmçêkera Elman Bez, 15’ê Tîrmehê careke din derkeve pêşberî dadger.

Bez nerazîbûn nîşanî biryara dozger da û got, “Bi dadgehkirinên wiha, azadiya fikir tê binpêkirin. Her wiha dixwazin kesên ku piştgiriyê didin Rojava, bitirsînin. Dozgerên ku bi hinceta alên YPG/YPJ’ê lêpirsînê vedikin li ser şopa rejîma Tirk e.”

 

MUNCHEN