Li bajarê Elmanyayê Mannheimê polêsê Elman bi ser mala Halîs Doganê 76 salî de girt. Halîs Dogan hevserokê Meclisa Gel a Mannheimê ye. Ew berê di navbera 1999 û 2000’î de xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Bakişê bû ku ji rêûresma Ragihandina Azad e. Ji ber doz û cezayên lê hatî birrîn, ew bû penaber û li Elmanyayê bi cih bû. Ji bilî wî polêsê Elman bi ser mala hevseroka Meclîsa Gel a Mannheimê Gulhan Yucekaya û endamên meclîsê Davut Karadag û Seyfettin Yildiz de jî girt. Polês 23’yê Hezîranê berê sibehê bi ser malan de girt. Weke hincet jî polês şevên 27 Mijdara 2019’an û 8’ê Kanûna 2019’an nîşan da. Dozgerê Karlsruheyê ji ber nîşandana sembolên PKK’ê ferman daye polês. Halîs Dogan got, qederê 10 polêsan bi ser malê de girtiye û li malê û erebeya wî geriyane: "Gava polês bi ser malê de girt, em hê di xew de bûn. Hevjîna min ji ber tirsê kete krîzê. Min ji wan re got, hûn weke polêsê Tirk zalim in." Dogan got, polêsan dest daniye ser kitêb, telefonên destan, raporên komeleyê, belgeyên KNK’ê ku ew endamê wê ye û heta belgeyên dozên ceza li Tirkiyeyê lê birrîne, û belgeyên dozên Dadgeha Mafê Mirovan ku wî doz li dewleta Tirk vekiribû jî, hatine desteserkirin. Dogan got, bi rêya parêzerê xwe wî li dijî helwêsta polêsan û lêpirsînê dest bi hewldanên hiqûqî kiriye. Bi heman hincetan hemwext polês avêt ser malên hevseroka Meclîsa Gel a Mannheimê Gulhan Yucekaya û endamên meclîsê Davut Karadag û Seyfettin Yildiz jî. MANNHEIM