Hinek kes di wê baweriyê de ne ku Hewraman ji Oreman hatiye ku navê yek ji stranên kevin ê Kurdî yên beriya Îslamê ye. Li gorî belge û çavkaniyên nivîskî û devkî, mirov dikare Hewraman wek wargeha rêveberî û mezinahiyê bibîne. 

Hewraman cihekî ji bo paqijkirina ruh û rewanê ye. Cihê gihiştina bi asta herî bilind a mirovbûnê ye. Cihek e ku mirovên mezin hewandine, hizir û ramanên bê wêne yên felsefî, olî û civakî jî belav dike. Felsefeya herî resen ku cihê şanaziyê ye ji Kurdistanê re, li vir e. Di warê erdnîgariyê de ti cih di cihanê de bi qasî Hewraman fîlozof, helbestvan, mamoste, derwêş, şoreşger û civaknas peyde nekirine. Ibn Xordabe û gelek kesên din ji Hewraman re Belad El Fehlobîn gotine. Şems Qeysê Razî wiha nivîsandiye; ‘Xweştirîn nexme û awaz Fehlewî ye û ji awaza wê re jî dibêjin Ormenan ku destpêka mûzîka Hewramî ye.’ Gelek ji zimanzan di wê baweriyê de ne ku Pehlewî şêwazeke ji lehceya Pertewî ku heman Partî yan Eşkanî ye. 

Di çanda Pehlewî de peyvên aramî ku Ozwareş yan Hezwareş tê xwendin, bûne peyvên Îranî yan jî parsiya navîn. Her wiha peyvên ku di zimanê Kurdî yan jî şêwezarê Hewramî de tên bikaranîn, wiha ne; Petiyare, Pêwend, Asyaw, Hamîn, Amojgar, Tem, Êwarek, Atir, Fire, Kenîjek, Vaçîk û peyvên din ku peyvên Pehlewî ne. Hê jî ev peyv di Hewramî de tên bikaranîn. Ev nîşan dide ku Hewramî zimanê axaftina xelkên herêma Hewraman e. Li gel vê jî di gelek pirtûkên dîrokî de her dema ku navê Rojavayê Îranê û herêmên hundirîn tê, jê re Fehle yan jî Pehle hatiye gotin. Zimanê vê herêmê bi Pehlewî û wêjeya wê jî bi Fehlewî ye. Fehlewî naveke ku ji bo du beytiyên herêma Pehlewî tê bikaranîn. Ango Fehlewî ji helbestên ku bi şêwazê zaravayên rojava, navend û bakûrê Îranê pêk tê. 

Di dema Sasaniyan de zimanê dewletê Pehlewî bû ku nêzî Kurdî bûye. Mirov dikare bibêje zimanê Kurdî zimanê wê serdemê bûye. Melik Elşuarayê Buhar, zimanê Kurdî wek yek ji çil zimanên Îranî dizane ku bermahiya zimanê Medyayî ye. Bi derketina Îslamê û hatina wê ya herêmê, ev ziman jî rastî guhertinê hat. 


Mêhrperestî ango cihê Mîtra di ayînên Heewraman de

Belgeyên ku bi Hewramî hatine nivîsandin û dîrokî ne, bingeha Hewremanî ne. Kilamên Yarisanî û Şahnameya Kurdî û helbestên helbestvanan îfadeya vê rastiyê ye. Ger em bixwazin dîn û ayînê li Hewramanê lêbikolin, divê em vegerin dema Mêhrperestiyê. Îşareta li ser du baskên Helo (Eylo) ya li ser dexmeya Şîrîn û Ferhad a li bajarokê Sehne ya li Kirmaşanê hatiye neqişandin. Agahiyek zêde li ser vê olê, vê diyanetê li ber dest tineye. Lê em dikarin bibêjin ku ola eşîrên li Kurdistanê beriya netewên Aryayî yên wek Loloyi, Mîtanî, Subarî, Gotî û Kasî, Mêhrperestî bûye. 

Dînê Mîtra yan jî Mêhr beriya derketina Zerdeşt wek hêzeke manevî li Hewramanê xwedî rol bûye. Nexasim di nava xelkê de gelekî dihat qebûlkirin. Lê belê piştî derketina Zerdeşt, heta astekê dînê Mîtra lawaz bû. Zerdeşt ola Mîtra heta asta yek ji xwedayên dînê xwe dadixîne. 

Hombax li ser wê baweriyê ye ku Zerdeşt baweriya bi Ehûra ji olên pêşiya xwe wergirtiye û tê de hinek guhertin çêkirine. Navê Ehûramezda cara yekê Ahûra bûye. Mêhr wek yek ji wan Ahûreyan di metnên dînî Rêg û Da û Gatayan de wek xwedayê peyman, rastî û ronahiyê hatiye naskirin. Ev nav li kêleka navê du xwedayên wê serdemê Îndra û Varona hatiye. Paşê di roja 25’ê Çileyê 272’an xwedawend Nahîd derdikeve û ola Mêhr serî radike. Ev ol ji Kurdistanê digihêje Asya Piçûk û ji wir jî digihêje seranserî Ewrûpa û dibe ola fermî ya gelek welatên Ewrûpî**. Ola Mîtraîzmê bi taybet di nava netewên şerker de belav dibe. Ji ber ku ev ol li ser bingehê Mêrxasî, Yasa û Fedakariyê hatiye avakirin. Ev sifet di kilamên Yarisan de wek peyva Reda tê naskirin. Piştî hatina Zerdeşt, xelkê Hewraman yekemîn kes bûne ku ev ol qebûl kirine. Agirgeha Pawe, yek ji berhema dîrokî ya wê serdemê ye. 


Ji Zerdeş, Manî, Mezdek heta bi Îslamê

Piştî belavbûna ola Zerdeştî, Manî ji malbatek Eşkanî li Babilê di sala 216’an ji dayik bû. Li sala 242’an de ango di serdema Şahpurê Yekem de ola xwe ya xasî xwe radigihîne. Di vî dînî de ruh û made, wek du diyardeyên li dijî hev du tên naskirin. Wek olên din ên li Kurdistanê, Hûrî, Zerdeştî û Mîtrayî di vî dînê manewî jî made çavkaniya nebaşî û şer e. Ruh jî çavkaniya ronahî û paqijî û pakiyê ye. Du sedsalan piştî Manî, sala 488’an kesek bi navê Mezdek ola Mezdeyî pêk anî ku heta asteke zêde di bin bandora dînê Manî de bû. Mezdek bi du çavkaniyên li dijî hevdu, ronahî û tariyê bawer dikir.  Mezdek jî li Kurdistanê û di nava Kurdan de rastî elaqeyê tê. Nexasim, em dikarin bibêjin ji ber ruhê wê yê reformîst, li gel Yarisanan wek dîn hat qebûlkirin. Piştî derketina Îslamê û belavbûna eskerî ya Ereban li Kurdistanê, di demeke kurt de bi zora şûr ev dîn li ser Kurdistanê hat sepandin. 

Ola Yarî, rastiyek bi tevgerkirî ye ku bi şêwazê derûnî ji aliyê kesên çalak ên serdemên cûr bi cûr, hema ji ola Horî heta Mêhrperestî û Zerdeştî dewam kiriye. Li gorî belgeyên dîrokî divê dînê Yarisan û gotinên Behlûlê Zana, em nas bikin. Piştre çendîn kesayetên wek Şaxoşîn Loristanî, Baba Serheng Dewdanî, Baba Celîl û Baba Navis Sergetî heta serdema 7´an li pey hev derdikevin. Nabe em ji bîr bikin ku herêma Hewraman ji Yarisan re çavkaniya hemû dînên asîmanî ye û gelek dînên diyar li vê herêmê derketine. Ger li şûnek din jî derbiketa bêguman dîsa nîşaneya wê li Hewraman wê were dîtin. Li gor vê yekê Hewraman navenda pîroz a Yarî ye. Gelek bûyerên pîroz û girîng hene ku Hewraman mêvandarî ji wan re kiriye. Bi gotineke din, Hewraman Qibleya Yarisan e. 

Gotina Hewraman di gelek belgeyan de hatiye. Kesên Kurdnas, Hewramiyan wek xelkê resen ê Medan dibînin ku di warê zimanî de ji Kurdan cuda ne. Piranî di gundan de bi cih bûne û bi karê çandiniyê re mijûl bûne û cotkarî kirine. Goran xwe wek neviyên Behramê Gor, Padişahê Sasaniyan dizanin. Lê belê hinek nasyar di wê baweriyê de ne ku peyva Gor, peyva Kurd e ku hatiye guhertin. Reich ku lêkolînên wî li ser neteweyan hene, Kurdan dike du hoz; Yekem Şiwankar û Rewendî ku koçer in û wek Asîrta tên naskirin. Duyem jî niştecihên gund in û wezîr in ku wek Goran tên naskirin. 

Piştî hatina Îslamê ya ji bo herêmê, xelkê ku ola wan Yarî ye, bi zorê ola Îslamê qebûl dikin. Xelk neçar hatinkirin ku dînê Îslamê qebûl bikin. Ji ber van zextan, gelek Yarisanan ji Hewramanê koç kir û berê xwe dane navçeyên din. Li hember hewldanên piştguhkirina Misilmanên nû, Yarisanan ji cih û warê xwe koç kir. Ev yek dûrbûna ji çand û hunerê xwe bû, heta astekê ku êdî Yarisan bi Hewramî neaxivîn û zimanekî din danîn şûna zimanê xwe. Wek Yarisanên niştecihên Iraqê ku yek ji wan jî bi Hewramî naaxivin. Bi vî awayî ev herêm ji Hewramiyan vala dibe. Ev pirsgirêk dibe sedem, Hewramana ku serdemekê li Kurdistanê dilê çand, huner û hemû tiştan bû, ji Loristan heta Mokriyan ber çav bû, belav bû û ji hev dûr ket. 


Mîtolojî pîroz û rûhani ye 

Piştî Goran ji cih û warên xwe vediqetin, peywendiya wan bi Hewraman re jî qut bû. Ji ber şerê dînî, zimanê wan jî asîmîle bû. Ji ber dûrbûna ji Hewraman û koçberiyê, her wiha peywendiya li gel zimanên din, êdî bi zimanê xwe (ango Hewramî) neaxivîn. Agirperestî ola xelkê xwecihî yê wê herêmê bûye. Piştî xelkên herêma Hewraman dibin Misilman, hêjmarek kêm a xelkê vê herêmê wek Yarisan dimînin. Yarisanî ola Îslamê qebûl nakin û li ser dînê xwe yê berê dimînin. Bûyera herî girîng a dîroka vê herêmê derketina bawerî û fikra Yarisanî ye. Gelek dîroknas peyva Goran, heman Yarisan dizanin. Di rewşekê de ku niha ne wisan e, hinek kes hene Goran in lê ola wan ne Yarisanî ye. 

Goran di dirêjahiya dîrokê de xwedî wateyên cuda bûye. Goran beriya Îslamê wek xelkê herêma Hewraman dihatin naskirin ku xwedî taybetmendiyên dewlemend ên çandî ne. Ev taybetmendî heta sedsala 7. dimîne. Di vê serdemê de peyva Goran bi şêwazên taybet di kilamên Yarisaniyan de tê dîtin. 

Mîtolojî di baweriya Yarisan de gelekî girîngî pê hatiye dayîn. Di rastiyê de kesek Yarisanî beriya xwendina kilamên Serencam herî kêm pêwîst e carekê Şahname xwendibe. Em dikarin bibêjin her çîrokek mîtolojîk behsa rastiyekê ji me re dike. Di rastiyê de îfadeya dîrokê ye. Mîtolojiyên di dînê Yarisaniyan de wek vegera ji bo Heqîqetê ye. Girîngiya Mîtolojiyê di nava olan de rengê xwe diyar dikin. Erka herî girîng a Mîtolojiyan ew e ku bûyerên di destpêka çêbûna cîhanê de qewimîne, bîne bîra me. Ev yek jî mirovan li heqîqetê serwext dike. Mîtolojî îspat dike ku diyardeyeke berdewam e li cîhanê. Ji bo vê yekê jî pîroz û rûhanî ye.


Li gorî hebûnê bûyer heqîqet e 

Zimanê gotinê yê pirtûka pîroz a Yarisanan, Serencam bi nîşane û îşaretan xemilî ye û wateyê temsîl dike. Nîşane rengê bedew didin Serencamê. Nîşane wek heqîqet naveroka xwe diparêzin. Tişta em behsa wê dikin, hebûna wê diyar dike. Li gorî vê hebûnê jî ev bûyer heqîqet e, hebûnê objektîv dike. 

Di Serencam de her hebûneke ku behsa wê tê kirin bi şêwazekî heta hetayî di nava sirên gerdûnê de cihê xwe digirin. Ji bo kesên ku fam bikin, wateya hebûnê diyar dibe. Di Serencamê de mijarên wek Îrfan, keşf û şihûd bi yekcarî di qalibê îşaretan de tên nîşandayîn. Her wiha te ber bi deryayeke bêdawî ve dibe ku destpêka te ya ji bo peydekirina rêya heqîqetê ye. 

Bi karbirina yasayan di Serencam de bi temamî ji bo gihiştina bi armancê ye û ber bi pêş ve gav avêtine. Exlaq wek bingeha bawerî û bedewiyê ye ku wek pêwîstiya hebûna mirov û mirovahiyê xwe nîşan dide. Ji bo wê jî di civaka Yarî de xirabî nayê qebûlkirin û rêz ji gelemperiyê re tê girtin. Her wiha di dînê Yarî de mutleqbûn tineye. Ango mirov di çarçoveyeke giştî de tam nikare behsa xirabî û başiyeke mutleq bike. Ti tişt nikare ji hikmetê dûr û vala be. Dibe du civak wek hev temaşeyî heman mijaran nekin. Ji bo wê, Yarisanî dibêjin, xuliqkar û afirênerê tişta herî bedew û ya herî ne şirîn, her yek e. Berovajî dînên din ku kesên dijberiya gel dikin wek ne pak û kirêt tên naskirin, Şêx Emîr wiha dibêje;


Eger Ayîn wêt ve xas mezanî 

Ve ayînî kes bed nemwanî


Mirovdostî ji esasên Yarsanî ye

Di dînê Yarisan de tê dîtin ku mirovê Yarî xwedî têgîna mirovhez e. Bingeha baweriya Yarî rêzgirtin li mirovatiyê ye ku bingeha fikra xwenaskirinê ye. Ev fikir wer li mirov dike ku bersiva xirabiyê bi başî bide. Ev yek dihêle ku mirov xwe bi xwe perwerde bike û bigihîje asteke exlaqî ya bilind. Bi kurtasî em dikarin bibêjin mirovdostî û mirovayetî yek ji bingehên dînê Yarisan in. Vî fikrî di sedeya 4 û 5’an de dewam kiriye. Taybetmendiya exlaqî ya ya behsa em li ser, yekîtî û yekbûnê bi xwe re tîne, ev yekbûn di nava cemxaneyê de rengê xwe diyar dike. Yaran di cemê de! Cem di dînê Yarî de tenê cihekî ji bo kombûna Yaran nîne, belkû semboleke dînî ye ku fikra yekbûna yar û yaran tîne gel hev. Yar digihîje wê astê ku bikare rû yan sîmaya Yar di rûyê Yaran de peyde bike, bibîne. 

Di baweriya Yarî de ronahiya xwedê di her tiştî de heye. Lê belê li hinek cihan û hinek deman ku bihêztir e, ronahî û cewhera xweda baştir derdikeve holê.

Di baweriya Yarisan de her wiha temamnebûn heye. Ango nûbûn her tim dewam dike. Divê hizir ji paşverûtiyan xwe xilas bike û di ya berê de nemîne, her tim xwe nû bike. Hêz û desthilatdarî jî dikare bibe sedema xwe ferzkirinê. Ji bo wê di ola Yarisan de ev bawerî heye ku divê ev herdu jî baş werin kontrolkirin. Divê di çarçoveya pîvanên mirovahiyê de bimînin. Ger wiha nebe wê bibe amûrek ji bo berjewendiyên takekesî. Kes wê bi vî awayî fikra xwe li ser civakê ferz bike. Ferzkirina desthilatdariya xwe yek ji mijara herî metirsîdar e di ola Yarî de. 

Yekbûna di navbera jin û mêr de ne dirûşme, di naveroka ola Yarî de xeta fikrî ya jin tê beyankirin. Li gorî Yariyan ti cêwaziyek di navbera jin û mêr de tineye. Herdu wek hev tên naskirin û bi vî awayî mafê herduyan di civakê de wekhev tê pênasekirin, mafê mîras û yên din jî. 


* Dr. Tayib Tahirî ev nivîs ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê nivîsiye.

** Têbîniya PolîtîkArtê: Nivîskar li vir îşaret bi kulta Mîtra dike ku bi rêya eskerên Romayê belav dibe û weke dînekî xisûsî ji bo mêran belav dibe. Naxwe Mîtra di mîtolojiya Îranî de fîgureke sereke û kevin e.