“Dapîra min ne mîna her kesê bû. Ez wê weke jinek xirab tînim bîra xwe. Ji têkiliyên fîzîkî nefretê dikir. Wê tu carî himbêz nedikir, maç nedikir û her tim bi lepikên di destê xwe de deqên li ser destê xwe vedişart. Û ew dayîkek mezin bû. Vê yekê jî sirên wê vedişart.” Sûzanna Khardalian çîroka dapîra xwe ya şahida qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’ê de kişand.
Senaryo bi xwe jî ya Kardalianê ye, çîroka jinên di salên 1915-1923 de ji qirkirina Ermeniyan rizgar bûn, lê neçar man laşê xwe bifiroşin Rojavayiyan vedibêje. 

‘Deq jinên direviyan aşkere dikir’ 

Di dema I. Şerê Cîhanê de 90 hezar jinên ciwan ên bûne qûrbanê zewaca bi darê zorê, ji neçarî laşê xwe difirotin hêzên Rojavayî yên li herêmê û ji ber wê jî piraniya wan rizgar bûn. Jinên Ermenî bi xêra mîsyonerên Xrîstiyan rizgar bûn. Jin û keçên Ermenî neçar man ku li her çar hêlên cîhanê jîna xwe bidomînin.”
Li ser laşê wan hemû jinan deqên ku nîşan didan ku ew malê mêrên misilman in hebûn. Yek ji van jinan jî dapîra Suzanna Khardalyan, Khanoum bû.
Rejîsora li Libnanê ji dayîk bûye Khardalian dibêje ku dema dapîra wê 12 salî bû ji aliyê mêrek Kurd ve hate revandin û li derdora çavên wê deq çêkir û bi vî awayî xwe gihand çîroka bi sedan jinên weke dapîra xwe.
Khardalian di filma xwe de der barê jinên weke dapîra xwe de ev agahî dide: “Hemû jî biçûk û pir bedew bûn. Carna di carekê de ji holê winda dibûn. Carna difirotin mêrên Ereb, Tirk û Ereb. Dema ew direviyan ji bo werin naskirin, li ser rûyê wan deq çêdikirin. Jinên bi saxî rizgar bûn bi salan bê deng man. Yek ji vana dapîra min bû û min ew her tim xemgîn dît.”

Khardalian a ku di nava Ermeniyên Beyrûdê de mezin bû, piştî rojnamegeriyê dest bi filman kir. Khardalian wiha çîroka dapîra xwe vedibêje; “Êdî ez dizanim bê çima dayîka min çima ewqas bi Kurdî dizane bipeyîve. Dema 12 salî bû, li ber ava Firatê hate tecawizkirin, Mêrek Kurd li hewara wê hatibû û ew revandibû. Dapîra min neçar ma ku bi wî mêrî re 7 salan bijî. Piştî demekê bi mîsyonerek a Înglîzan re reviya.”

ANF/STOCKHOLM