Malbat zarokên xwe yên dibistanan dixwînin jî digirin cem xwe û li bajarên weke Yozgat, Konya û Enqere belav dibin. Karkerên demsalî 8 mehan li zeviyan hemû karan dikin û debara xwe ya 4 mehan qezenc dikin. Karkerên demsalî li bajarên diçinê rastî êrîşên nijadperest tên û di şertên gelek nebaş de dijîn û disa di riyan de di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Ji gundê Tayyîba yê Rihayê 150 malbat dest bi koça karkeriya demsalî kirin. Welatiyên di çarçoveya reforma çandîniyê de zevî li welatiyan belavkirin ji ber tapuyên wan hêj nehatine dayîn nikarin zeviyên xwe bikarbînin. Welatiyên gund ligel pirsgirêkên xwer ji walî, şaredarê bajar, serokwezîr û serokomar re ragihandin disa jî tapuyên xwe negirtin. Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan zeviyên gundiyan ên hêj negirtin bi pêşniyarnameyêkê ji Wezîrê Sewalkarî û Çandîniyê Mehdî Eker pirsî. Wezîr Eker bi bersiva ji Ayhan re dayî welatiyên gund hêj bêtir hêrs kir. Wezîr Eker ji Ayhan re bersiva bi hinceta "dibe ku bûyerên civakî pêk bên" zevî nayê belavkirin.


Ji bo dabarê koç dikin

Welatiyên gundê Tayyîbe li taxê Eyyubiye tên cem hev û bi dolmuşan ber bi bajarên Osmaniye, Enqere, Yozgat û Konyayê ve derdikevin rê. Jina bi navê Ferîde Çîftçî, diyar kir ku cihên diçinê jiyan gelek zor e lê ji bo ku birçî nemînin diçin. Çîftçî, anî ziman ku zarokên xwe ji dibistanê girtin û dê 2 meh şunda vegerin û wiha got: "Axa me heye lê em ji bo ser axa kesekî din bixebitin diçin. Ma Xwedê vê yekê qebûl dike? Tenê Îbrahîm Ayhan me diparêze. Yên din hemû dewlemend û axayan diparêzin."
Welatiyê bi navê Halîl Dag jî wiha got: "Em zarokên xwe ji dibistanê digirin û ji bo bixebitin ber bi Osmaniyeyê ve diçin. Em dê li wir di zeviyên silkan de dixebitin. Em dê 7 mehan bajar bajar bigerin û di zeviyan de bixebitin. Lê rewşa em di nav de dijîn nayê qebûlkirin. Dewletê zevî dan me lê ji ber zaron nayên bikaranîn hêj em zeviyên xwe bikar naynin û li ser axa kesên din dixebitin. Heke axa me hebe em nediçûn. Em dê axa xwe çandiba."

Dewlet ya dayî nade!

Welatiyê bi navê Abdullatîf Çîftçî jî çîroka axa girtin wisa vegot: "5 hezar û 600 donum eraziyê xezînê di sala 2005'an de di çarçovaya Reforma Axê ji 176 malbatan re belav kir. Ji sala 2005'an heya niha axa dewletê dayî em nikarin bikarbînin. Berê ji me re teblîga hat gotin dê axê belav bikin. Piştî tapuyan axa xezînê jê cuda kirin û gotin dê axê belav bikin. Gotin kesên 'Bax-Kur', karmend û teqawîtbûyîn xwedî maf nîn in. Piştî lêkolînan şertên 176 malbatan girtin û yên din jê derxistin. Di sala 2011'an de lîsteya reforma axê gihişte keyayê me. Lîste hate daliqandin. Hat gotin, "kesên xweyîn maf dikarin pereyê xwe jî bigirin" û di nava mehekê de dikarin îtîraz bikin. Lê ji ber ku me îtîraz nekir em bûn xwedî ax. Ligel bi awayekî fermî ax a me ye lê em nikarin biçînin û bikarbînin."

'Dramek tê jiyîn'
Seroka Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê Meral Dervîşoglu ya ku karker bi rêxistin jî diyar kir ku ji bo bangî li wijdanan bike hate qadê. Dervîşoglu, anî ziman ku karkeriya çandîniyê ya demsalî qederek nîn e û wiha got: "Ji Kurdistanê ber bi bajarên din ve dramek tê jiyîn. Welatiyên me ji ber pirsgirên pergalî koç dikin. Zarok û jin di şertên gelek nebaş de rêvîngiyê dikin û dixebitin. Divê teqez ev dram bê rawestandin."


MURAT ÇÎFÇÎ/DÎHA/RIHA