Derew di jiyana hemû heyiyên jînde de heye. Derewên ajalan, tenê ji bo xwe parastin û ziktêriyê ye. Derewên mirovan ji bo xinizî, bêbextî, xwînxwarî û zexeliyan e, ji bo rastiyê ji bala giştî û xwezayê veşartine. Lema bav û kalên me gelek zelal gotine: „Derew serê hemû xirabiyan e!“ Mezinên me tu carî bi çav û dilekî baş li virek û derewçînan nanêrin, tu pûteyekê nadin kesên boblatan di ser xwe de tînin.
Hezretê Zerdeşt jî ji bo ku bikane ometa xwe ji xirabiya derewan biparêze; negotiye; „li jor xwedê, li jêr ez tenê heme!“ tenê gotiye; li jor xwedê bibîne, bi wî bawar ke, li jêr destê xwe dayne ser wîjdana xwe û: „Baş bifikire, gotinên baş bibêje û karê beş bike!“ Em Kurd bi vê rastiyê re girêdayî mane, gelê me bi wê dilpakiyê jî berê xwe daye dînê îslamê. Lê dagirkerên nav Tirk, ereb û ecem Serkarî û berjewendiyên xwe li ser hertiştî re girtine, ji bo wan dîn tenê alaveke serkarî û îxtîdarê ye! Lema ji bo rêvebirina vê zexeliyê tûrên derewan avêtine stûyê xwe.
Ez bawer nakim ku di cihanê de kesên bi qasê serkarên Tirkan hebûna xwe bi buhtanan ve li pê girtine, hebin. Ango wan her tişt bi derewan dizîne û kirine malên xwe; wek çanda gelan, peyv û biwêjên zimanan, dîrok û avahiyên dîroka gelan, qehremanî û mîtolojiyên galan, wêje û mizîka gelan, heta heyîyên gelan jî talankirine û kirine malê xwe. Bi tevahî li ser bingehê derew, dek û dolaban. Niha jî ketina nav derewên global û gerdûnî.
Fetullah bi xwe bi hêla dê ve Sebatîst e  (li lêkolînên M. Peköz bn.), îslamiyetê tenê ji bo berjewendiyên xwe û îsraîl bikartîne, heta ew li Amêrîqayê di hin kovarên cihuyan de jî dinivisîne. Baş tê zanîn ku gava Edogan keştî şandibû Xezayê li dij derketibû, gotibû; we ji îsraîl destûr bistanda! Lê dîsa jî wan ew wek îslamê herî serkeftî û mezin firotine mislimanan.  Qaşo ev mislimanê mezin (heşa mislimanan) ne li Meke û Medînê li kêleka tesîsên CIA yê li Pan Silvania rûdine. Lê gel ewqas kirina xewê ku tu kes vê pirsiyarê nake.
Çapemeniya wî qaşo mislimanî, tevahiya bername û weşanên xwe li ser bingehê derewan avakirine. Xwedîgiravî misliman in, lê wek çekên kujêran in. Ango bi nav û dengên xwe ve, bi şan û rengên xwe ve li ser derewan rûniştin e.
Ev zilamê nemirov behsa diya xwe dike, lê tu car behsa bavê xwe nake. Herkes dizane diya wî ji çi nijadî ye. Lê kes nizane bavê wî çi kes e. (êdî tesadûf e, yan jî rastiya serkarê Tirkan e, çi! Li ba Mistefa Kemal jî her kes diya wî dinase, lê kes nizane bavê wî çi kes e.) Fetullah geh bavê xwe dike Kurd, geh ermenî, geh faris, ew jî bûye Tirkê xalis! Tewlo dilo wek hêlîna derewan! Yanê bi reng û rû, cisn û nijada xwe ve derew! Derew hevîrê heyiya wan derew û bovlat îmana wan e!
Mirov li R, T. Erdogan dinêre heman tişt e. Bavê wî geh wek gurcî geh wekê rûmê pontûs tê nîşandayîn, le ew xalis Tirk e. Hêla dayika wî digihîje kuderê? Sebatîstan, Tirkan, gurciyan, ew jî ne zelal e. Lê baş tê zanîn ku ew „akinci“ ango êrişkar bû. Ma misliman dikane bibe êrişkar? Ango bi aliyê rîçalê xwe ve derew, awirên rûçikên wî derew. Ji bo zarokên filistîn û sûdanê bi kelakel digîrî, lê zarokên Kurdan dikuje! Ango hezkirina zarokan ya li ba wî jî derew e. Li Amade dibêje; „Kurd hene,“ Li Moskovayê dibêje ku mirov nefikire Kurd tune. Li Berlînê jina wî bû Kurd, lê li New Yorkê bû ereb.
Di vê dawiyê de jî derew li ser derewan rêz dike. Cara herê dawî jî, li ser mijara Roboskî boblatekî di ser xwe de anî û got: „Ez bi telefonê bi dê û bavên zarokên wan hatiye kuştin re peyîvîm!“ Li ba me dibêjin: „Şehedê rovî dêlya rovî ye!“ Şehedê wî jî tim çapemaniya wek duvikên wî ne. Ango çapemeniya alîgir, çi yên Fetullah û çi yên wî. Lê hîn gotin ji devê wî derneketibû, hate derewandin. Edî rûçikên wî ji derewan wisa qalind bûye, dema derewan dike, rûçikên wî jî sor nabe.
Cihgirê Erdogan B. Arinc çend roj berê ve kujeriya Roboski bû demoqrat, devê xwe vekir û bi viran kêşeya Kurd çareser kir. Li pey wê hêviya wî bi viran belavkirbû jî 35 canên ciwan hatin qetilkirin, Dema bi navê hukumetê peyivî jî, di ser gotina xwe ya çend roj berê de rît û ew gotin bi tevahî tekzîb kir.
Li pey wî jî Nejdetê gazên kîmyewî yê qaşo sererkanê artêşa Erdogan e, di çapemeniyê de dest bi viran kir. Li gor derewên wî tevhev kuştine, tu kes nehiştiye, ku çapemenî virên xwe wiha bikudîne, wê ew jî boblatên xwe tevê wan viran bike û pêşî li Tevgera Azadî bigire! Heta wî kabrayê bê sinc dev dirêjê agirbestan jî kir.
Lê êdî rûçikên wan teşhîr bûye, tu egerên ku ew bikanin xwe di paş wan de veşêrin, derewên xwe manîpûle bikin, nemane. Hîn derew ji devê wan derneketiyê, wek rûreşiyekê li rûçikên wan dikeve. Ew tenê dikanin kesên kesayetiyên xwe li welatê cemsarê di nava qeşayê de wendakirine, bixapînin û bi kar bînin. Lê ew jî tu sûdekî nade wan, lew re siya wan bêkesên virek li wan bi xwe jî nabe.