Serokê komê Andreas Teichert ji ANF’ê re axivî û got: “Me karê Check in jî kiribû. Heta sefaretxaneya Tirk jî em ber bi balafirgehê ve bi rê kirin. Heger nebûna asteng di nava 10 saetan de me xwe digihandin Wanê.”
Piştî ku roja yekşemê saet di 13.41’ê de erdhej li Wanê çêbû û ew nûçe ket ser berga ajansan, saetek paşê Koma Midaxelaya Karesatan a Alman (DTRG) ji bo ku bir ê bikeve bil ez û bez ket nava hewldanê. 
Lê belê piştî “Check in”ê surprîzke nexweş lki benda wan bû û rayedarekî Riyên Hewayî ya Tirkan agahî da komê kul i ser talîmateke ku hatiye ew ê destûrê nedin firînê. Şaş dimînin. Li ser vê yekê serokê komê Andreas Teichert agahî da ANF’ê û got,“Li balafirgehê em mat man me tu wate neda vê yekê. 

‘Di 10 seatan de em li Wanê bûn’ 

Heger destûr bidana em ê di 10 saetan de bigihîştana Wanê. Di serî de rayedarên Trikan gelekî baş nêzî me bûn. Sefaretxaneya wan serkeftin bom e xwest. Ji ber ku berteka pêşîn me nîşan dabû. Li BValafirgehê jî hem tişt. Rayedarên Riyên Hewayî ya Tirkan ji bo ku em zêde bagajan hildin. Lê belê di kêlîka dawîn de rayedarekî tirk hat û got, ‘pêdiviyta me bi alîkarî piştgiriya teknîkî nîn e.’

Lewma jî divê alkîkariyên wisa însanî nebin qurbana hevsengiyên siyasî.

AMED