Cejna Çarşema Sor a gelê Kurd pîroz be. Hêvî dikim ku Kurd careke din bêyî korona cejna xwe pîroz bikin. Şewba koronayê dibe sedem gelek kes kiras biguherin, lê çawa hêk sembola afirîn û vejînê ye, wê nifşên nû jî li welatê agir û rojê bibin sedema bergirtin û sergirtina paşeroja mirovatiyê. Li ser van erdan gelek şîn û şahî bi hev re hatin danîn. Gelek Dehak û Nemrût hatin û çûn. Gelek dexl hatin danîn û bênder hatin rakirin. Lê zarokên agir û rojê her tim ji nava hêka xwe derketin û li banî û çiyayan hilatin. Ez dixwazim îro bi du babetên rojevê dakevim. Dema min ev hevok dinivîsand, li ser ekrana Stêrk TV nûçeya lezgîn xuya dike û dibêje, “Di van kêliyan de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirer qadên Zînê û Wertê yên Qendîlê bombarduman dikin.” Jixwe babeta min a yekê ev bû. Ya diduyan jî radestkirina Mistefa Selîmî û darvekirina wî ye. Artêşa dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê 21 baregehên xwe yên eskerî hene. Wekî din jî baregehên wê yên xefî yên istîxbaratê hene. Dewleta Tirk bi dibistanên Işik (nûr) sîstema perwerdeyê ya tebeqeya jorîn a Başûr jî kiriye destê xwe. Jixwe, aboriya wê jî tê zanîn. Dewleta Tirk li ser siyaseta Başûrê Kurdistanê bandora xwe zêde ye. Nexweş e mirov bîne ziman, lê hema bêje îradeya wê zelûl kiriye. Artêşa Tirk bi vê hevkariya Rêveberiya Başûr li nava erdên Başûr ketiye herêmên gerîla. Hêzên gerîla rojane li dijî wan çalakiyan dikin. Heta niha çend serkirdeyên PKK’ê bi vê hevkariyê li nava Başûr şehîd bûn. Niha dewleta Tirk bi pêşmergeyan dixwaze dor li herêmên gerîla bigire û bi vî awayî hêza gerîla têk bibe. Ji aliyekî ve pêşmerge dor li herêmê digirin, ji aliyê din ve jî balafirên şer ên Artêşa Tirk herêmê bombebaran dikin. Heyf e navê pêşmergeyan wisa were pûçkirin. Hêzên gerîlla bêne şikandin, gelo Başûrê Kurdistanê bawer dike ku wê karibe bîstûçar saetan xwe li ber bêjiyên tirkan bigire? Rêveberiya Başûr dikare di hinek waran de siyasetê bike, lê siyaset bigihîje wê astê ku ji berjewendiyên hizbî wêdetir bigihîje asta zirardana manûnemane neteweyî, hingê bi ti awayî ravekirina wê nabe. Dîrok jî wê vê binivîse. Dîsa çend roj berê pêşmergeyekî berê yê PDK-Î’yê Mistefa Selîmî yê 17 salan di zindanên Îranê de mayî reviya û bi awayekî xwe gihand Başûrê Kurdistanê. Li wir jî ew girtin û radestî Îranê kirin. Îranê jî hema yekser ew bi darve kir. Min hewl da ez xwe bixim şûna Mistefa Selîmî. Min got, gelo çi fikirî û çi his kir. Li bin stêrkên elmaswarî yên ezmanê Kurdistanê ji Xwedê re çi got. Gelo çend bextewar bû û paşê çend lanet li vê dîrokê anî. Belkî jî rêwîtiya wî ya ji zindanê heta ser sînorê Başûr mijara romanekê ye. Paşê em pê hesiyan heta niha 96 kesên din radestî Îranê hatine kirin. Ev jî li gorî peymaneke di navbera Îran û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê de hatiye kirin. Jixwe, ez naxwazim qal bikim ku 2 ciwanên qehreman ên Kurd li Başûr cezayê îdamê li wan hatiye birrîn. Û dîsa naxwazim bibêjim Mexmûr 9 meh in dogirtî ye. Bi ser de jî mirov naxwaze qala dîrokeke bedbext bike. Îca siyaset jî li cem me Kurdan bûye mîna tîmên fûtbolê. Her kes alîgiriya partiyan dike mîna alîgiriya tîmên fûtbûlê bike. Hinek jî di vê govendê de sergovend in. Wa weylê çi babîsokê radikin. Zimanê bi kar tînin ne ziman e, zimançepelî ye. Bê armanc û meqsed in. Ne yê avakirinê ne, xira dikin. Ji afirê me xwarin e, û li ser sergoyê xelkê dizirrrin. Ji ber vê jî divê mirov hay ji van kesan hebe ku ji rexneyê jî tiştekî fêhm nakin. Em Kurd û kurdistanî neçar in, bi zimanekî çêker bi ser meseleyan de biçin. Naxwe em ê nikaribin ber xwe bibînin. Divê em ji heqiyê re bibêjin heq û ji xwahrê re jî bibêjin xwahr. Bêguman, rastî carna li gorî zeman û mekan, li gorî şert û mercan, li gorî rewşa serketin û binketinê, li gorî encamê diguherin.
Di van rojên koronayê de dijmin her li ser kar e. Divê Kurd û kurdistanî jî ranewestin. Ji dijmin û dagirkerên xwe zêdetir bixebitin da ku karibin xwe bigihînin azadiyê. Di van rojên karantînayê de ku karantîna bi zimanê me çile ye, divê her kes xwe di çilexaniyê de bihesibîne, mejî, ruh û rewanê xwe pak bike. Ji hêkên xwe yên keskesor derkevin û weke Kurdên azad bibin pêşeng. Bibin zarokên agir û rojê. Bi rohniya xwe bi ser xirabiyê de biçin, bila nemîne tarî û qirêjî, bila nemîne vîrus û korona. Bila hilê roja me ji aliyê çiyê.