'Nexşên Li Giyan'

Nivîskar Dilawer Zeraq, bi romana xwe ya nû "Nexşên Li Giyan", sêyemîn xeleka Sêyîneya Winda temam kir. Zeraq, di romana yekem a sêyîneyê de "Şevên Winda Wêneyên Meçhûl", xwendevan bi êşa ku di can û dilê hevserên windayan de çêbûye; di romana duyem a sêyîneyê de "Mirina Bêsî" ku pê xwendevan bi êşa ku di can û dilê hezkiriyên windayan de çêbûye, dabûn hisandin. Di romana nû "Nexşên Li Giyan" de jî, xwendevan bi êş û jana ku di dil û can û giyanê dayikên windayan de çêbûye, dide hisandin. Û bi tevî van jî, bi biwêdekirina heyîniya ku bes bi fizîkî û laşî tê qebûlkirin, bala me dibe ser giyanên ku “hebûniyeke dîtir ava kirine” û nexşên xwe li ser xakê çêkirine. Û em piştî xwendina vê romanê, careke dî têgihên sedem û awayên “hebûn” û “tunebûn” û “windabûnê” didin ber pirsyaran…
Romana "Nexşên Li Giyan" hêjayî xwendinê ye.

'Roj Dê Hilê

“Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê veşêre.” Bi vê kurtegotinê nivîskar Xelîlê Duhokî xwendevanan derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn û hatine noqkirin di berfedimsa Behdînanê de, xwendevan derbasî teşqeleyên civakî û sîyasî yên civaka Kurd dikin. Nivîskarê ku xwe ji hêla gundîtiya Kurdewar çeng dike hêla bajarvaniya nûjenxwaz, xwîneran xweş zeft dike û wan asê dihêle di quncika ramîneke hûr de.
Geh li ser pêşmergetiyê: Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destarê zilimkarî û qirkirinê de; girtiyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û Kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe! Geh li ser civaka nîvçemayî: Kurdên ku di nîvê pira berzexê de delodîn mane; dixwazin tev li karwanê nûjeniyê bibin, lê naxwazin dev ji kevneşopî û tîtalên bav û kalan biqerin. Koçber û derbiderên ku bûne bîyanîyên xwe. Jina gundî ya bêderfet û mîna darê şikestî. Civaka derebeg û paşverû.
Geh li ser Kurdîniyê: Kurdê ku bi derengî li Kurdîniya xwe rast tê, Kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê biyanî û Kurdewariya xwe de. Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difiroşe û birayê xwe dike qurbaniyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan!
Bûyerine nakok û teqlomeqlo! Carinan pêkenok û carinan dilêş û dilsoj. Lê hemû diherikin ber bi deryaya Kurdînîyê ve!
Xelîlê Duhokî yê helbestkar, vê carê bi qevdeke kurteçîrokên ziman-sade li pêşberî xwînerên Kurdîyê ye û pirtûk hêjayî xwendinê ye. 

AMED