Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, gundên Şalî û Henhûd ên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ji çar baskan ve li bejahiya rojavayê Reqayê bi pêş ve diçin, du gundên din rizgar kirin.
Şervanên ku beriya bi du rojan ji cihekî bi 12 kîlometreyan li başûrrojavayê Eyn Îsa ketin nava liv û tevgerê, qadeke berfireh ji DAIŞ'ê rizgar kirin û hîna bi pêş ve diçin. Şervanan pêrbi şev xwe gihand gundê Şalî û li vê derê şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de ku heta doh ber destê sibehê dewam kir, 3 çete hatin kuştin û gund hate rizgarkirin.
Li aliyê din, şervanên ji aliyê Qadiriyê û Kerduşan ketin nava liv û tevgerê, piştî ku bajarokê Mahmûdlî yê stratejîk pêr rizgar kirin, berê xwe dan gundê Henhûdê. Di encama şerê dijwar de ev gund jî ji çeteyên DAIŞ'ê hat papijkirin.
REQA