QSD niha hemleya rizgarkirina Reqayê dimeşîne, û pê re dest bi hemleya ʺBagera Cizîrêʺ ya ji bo rizgarkirina tişta ji gundên Cizîrê mayî û rojhilatê çemê Firatê ya Dêra Zorê rizgar bikin, da destpêkirin. Bi vê yekê ev yekem care ku du hemleyên cihê di heman demê de dide destpêkirin. Bi destpêkirina operasyonê de hêzên QSD´ê heta bi 15 kîlometroyan nêzî navenda Dêra Zorê bûne û ketin nava sektora pîşeyî ya bajêr.

Me agahiyên Ekrem Berekat dayî yên di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de weşandî û nûçeyên li ser rewşa şer a meydanî li vê bereyê li jêr ji bo xwînerên xwe berhev kirin. 

Hemleya Bagera Cizîrê bi beşdarbûna 33 hêzên eskerî yên di bin bane QSDʹê de hatiye destpêkirin. Serkêşiya Hemleyê jî Meclîsa Dêre Zor a Eskerî, YPG/YPJ dikin. Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê serkêşiya wê dikin jî piştigriyê didin hemleyê.


Ji du baskan bi hevkariya xelkê herêmê

Hemleya ku QSDʹê li Dêre Zorê da destpêkirin ji 2 baskan hatiye destpêkirin. Baskê yekem ji gundê Ebû Fas û baskê duyemîn jî gundê Ebû Xeşeb ên girêdayî Dêra Zorê hatiye destpêkirin. Şervanên QSDʹê di 4ʹê sibata 2016ʹan de ev herdu gund jî di encama qonaxa duyemîn a hemleya Xezeba Firatê de ji çeteyan rizgar kiribûn.

QSDʹê piştî amadekarî û hevkariya ev salek e tê kirin û hevkariya bi rûspiyên herêmî û welatiyên herêmê re, ev hemle da destpêkirin.

Ev yekem car e ku hêzên QSDʹê 2 hemleyên mezin bi hev re didin meşandin. Hemleya rizgarkirina Reqayê hîna didome, şervanan dest bi hemleya Bagera Cizîrê kir. Armanca vê hemleyê ew e ku beşê mayî ji xaka Cizîrê, rojhilatê Firatê û tişta maye ji gundên rojhilatê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin.


Dawîanîna li dagirkeriya DAIŞ´ê

Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla, têkildarî hemleyê got, ew hemû şêniyên herêmê ne û destnîşan kir ku hemû rûspiyên herêmê jî piştigiriya hemleyê dikin û ev gav pîroz kirin.

Ehmed Ebû Xewla di dewama axaftina xwe de got, DAIŞʹê her roj li Reqayê tê şikandin, teqez kir ku hêzên QSDʹê niha rewş baş kontrol kirine û wiha dewam kir: ʺJi ber vê yekê DAIŞʹê li Şedadê û herêmên rojhilat ên gundên Dêra Zorê êrîşan pêk tînin da ku morala çeteyên xwe yên li Reqayê xurt bikin. Ev hemleya me jî ji bo em van êrîşên wan bidin rawestandin û herêmên di bin dagirkeriya wan de rizgar bikin.ʺ

Ebû Xewla destnîşan kir ku hêzên wan amade ne ku tevahiya parêzgeha Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin û wiha peyivî: ʺHêza me heye ku em hemleyeke din jî bidin destpêkirin. Dema herî guncaw ji bo hemleya Bagera Cizîrê niha ye. Hêzên me amade ne.ʺ


Rewşa şer a meydanî li Dêra Zorê

Hemleya Bagera Cizîrê piştî ku hêzên QSDʹê derdora 35 kîlometreyan li aliyê Ebû Fas ber bi Dêra Zorê ve û ji aliyê Ebû Xeşeb jî 25 kîlometreyan ber bi Dêra Zorê ve bi pêş ve çûn, hate destpêkirin.

Hêzên QSDʹê vê carê jî weke her car ekîbên taybet ên rizgarkirina sivîlan amade kirine. Ev ekîp wê sivîlan rizgar bikin û bigîhînin herêmên ewle.

Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla bang li hemû sivîlên li herêmê kir ku dûrî navendên DAIŞʹê bin û berê xwe bidin korîdorên ewle ku hêzên QSDʹê vedikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku Hêzên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê derbasî Medînît Siniyeyê (Herêma Pîşesaziyê) ya Dêra Zorê bûne. 

QSD’ê têkildarî bipêşveçûna Hêzên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê got, “Hêzên me di çarçoveya Bagera Cizîrê de, di bin banê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê derbasî Medînît Siniyeyê (Herêma/Bajarê Pîşesaziyê) ya ser bi Dêra Zorê bûn.

Di kolana pêşîn a Medînît Siniyeyê de di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî û hêzên me piştî şerê giran ketin navenda Medînît Siniyeyê. Çeteyan bi wesayîtên bombebarkirî xwestin bipêşveçûna hêzên me bidin sekinandin.

Çeteyên DAIŞ’ê li Medînît Siniyeyê zêde tunel çêkirine, mayîn danîne û bi wesayîtên bombebarkirî dixwazin xwe biparêzin. Lê hêzên me bi awayekî profesyonel derbasî Medînît Siniyeyê bûne.

Di kolanên Medînît Siniyeyê de şer didome û hêzên me bi pêş ve diçin.” 


  NAVENDA NÛÇEYAN




Li Reqayê Mirûr jî rizgar bû


Şervanên QSDʹê piştî şerekî dijwar ku ev çend roj in dewam dike, taxa Mirûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin

Hemleya Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê ku 6ʹê Hezîranê hate destpêkirin, şerê wê jî bi dijwarî dewam dike. Şervanên QSDʹê derbên giran li çeteyan dixin. Şervanên QSDʹê piştî şerekî dijwar ku ev çend roj in rû dide, doh taxa Mirûr a rojavayê Reqayê bi temamî ji çeteyan rizgar kir.

Şervanan li vir dest danî ser 2 erebeyên bombebarkirî û balafireke keşfê ya çeteyên DAIŞ´ê.

Di şerê pêr bi şev û doh danê sibehî li taxên Mirûr, Emîn, Nehda, Sekene û Mansur ên navenda bajêr de herî kêm 47 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin û termê 36´an ji wan ketin destê şervanan.