Li gundê ser bi navçeya Êlihê Kercosê Hizûwê, Mevlûdê 12 salî û Fuadê 13 salî gelekî serketî ne û pêlîstokên di televîzyonê de dibînin bi xwe çêdikin û bi wan dilîzin.

Her du zarok li gund şivantiyê dikin û di demên xwe yên bîhnvedanê de ji xwe re pêlîstokan îcad dikin, wan çêdikin û bi wan dilîzin. Bi du bizmar, boriyeke elektîrêkê du şûşeyên pet pêlîstoka girgironekê çêkirin û her wiha pêlîstokên di televîzyonê de dibînin jî bi keda xwe çêdikin. Li gundan ku zarokên serketî û jîr gelek in, bi barên li ser milê xwe mezin dibin. Dema karê wan diqede jî jîrbûna xwe nîşan didin. Tevî hemû bêderfetiyan cîhanek rengîn diafirînin.

Fuad ê 13 salî ku nikare her pêlîstoka di televîzyonê de dibîne, bikire, bi derfetên xwe pêlîstokan çêdike û wek ‘hosteyê pêlîstokan’ yê gund tê dîtin. Nîvê gund koçî metropolan kiriye û ji ber vê jî zêde zarok li gund tinene. Zarokên li gund mane jî bi Fuad re pêlîstokan çêdikin.

Mevlûd ê 12 salî jî diyar kir ku bi Fuad re girgirok çêkirine û dane zarokên gundên din jî. Mevlûd da zanîn ku dema zarok bi pêlîstokên wan dilîzin gelekî kêfxweş dibin û got, ew kîjan pêlîstokê bibînin bi hev re çêdikin. 


 DÎHABER / ÊLIH