Va çendeke, li ser kesayetên ku di dîroka Kurdistanê de xwedî ked in û di qada rewşenbiriyê de gelek kar kirine, nivîsîne, ji bo ziman û mafên netewetiyê  êş kişandine, ji bo civaka Kurd û erdnigariya Kurdistanê têkoşiyane dixebitim. Taybet li ser biyografiya wan e ev xebat. Çerçoveya xebatê; ji wan lehengan Abdullah Cevdet -ku zayîna wî li serdema nîvşunde ya 1800 (rasterast 1869) e- bigirin heta nêzî sed sal e. Dixwazim ji wan behsa du kesan bikim ku ji her tiştî wêdetir zimanê me ya îro bi çi awayî hatiye gihaştiye îro û ji serencamên bi çi awayî derbas kiriye, di nav vî nirxan de çi ked û êş hene, pîçekî jî be, cardin were xuyîn.  

Ji wan kesan yekemin rewşenbîr û zanyarê Kurd Mamoste Xelîl Xeyalî yê Modkê, ya dî jî dibe ku gelek însanên me ji pirtûkê Mehmed Uzun bi navê “Bîra Qederê” bizanibe Celadet Bedirxan Beg bixwe ye. Xelîl Xeyalî ji navê xwe ve jî diyar e ji Bêdlisê, ji Modkê ye; Ji sala 1976 heta 1926, qasî 50 sal jiyaye. Di vî 50 saliya umre xwe de xebatên xwe yê herî girîng li ser ziman, taybet zimanê Kurdî ye. Ji bona ku zimanê Kurdî bibe xwedî pergaleke perwerdehî û zimanekî cihanî, umre xwe daye. Ji bo ku zarokên Kurd bi zimanê xwe ve bixwînin, binivîsin, bipêyîvin, bijîn, ji bo vekirina dibistanan hewl daye. Di nav tevgerên cûrbecûr de, di rêxistinan de, di kovaran de, di rojnameyan de, di pirtûkên xwe yê bi temamî de tekoşîna ev yekê meşandiye. Cara yekem elîfbayê Kurdî ya bi tîpên Erebî -ku hemû zaraveyên Kurd tê de- ew bixwe çêkiriye. 

Bi vî mijarê ve girêdayî duyemîn nirxê gelê Kurd jî Mîr Celadet Bedirxan Begê Cizîre. Jixwe tê zanîn Celadet Bedirxan, ne tene bixwe, bi malbatî di nav xebatên curbecur yên welatparêzî û rewşenbiriyê de bû. Duyemîn Elfabeta Kurdî jî wî çêkiriye. Ku bi tîpên latînî ev alfabeta ku em aniha bikartînin, bingeha ev xebatê ya wî ye. Ew jî di sala 1930’yan de li Rojavayê Kurdistan, tevî Qedrî Can, Cigerxwîn, Nureddîn Zaza û bi çend kesên welatparêz û ronakbir re bingeha nivîsa îro avêtiye û gihandiye roja îro.

Gava însan li wan xebatan dinihêre, û zehmetiyê wan deman ku hatine kişandin dibîne, diêşe însan birastî.  Çawa dibe ku şoreşger û zanyarên me yên berê ewqasî girîngî dane van xebatan. Ewqasî mêjî westandine, rojek jî ji zehmetiyê dûr nesekinîne.? Nifşê me ya nûjen jî ev qedr û qîmet wek bi awayekî nezaniye xerc dikin? Ji ber vê yeke ez dikarim bêjim ez bixwe jî va 5 sal jî kêmtire li ser zimanê xwe pîçekî ked didim, berî her kesî sûcdar ez im.  Ji ber vê yekê, çi ku îro roja nivîs a rojname ye min got îro jî ev her du kedkarên zimanê Kurdî bibîrbînim, him ji bo xwe, hem jî ji bo xwendevanên Kurdî.Bi hezaran silav û hurmet ji wan û ji gora wan re.