Sobe bûn. Bi tena serê xwe bûn. Tik î tenê, du peyayên li dû xewnên xwe bûn. Ji dûr ve mîna du reşikan bixuyana jî, ji nêz ve mîna du çiya bûn. Herduyan, vê siharê, piştî taştêyeke zû dabûn ser riya ku ji salan ve li hêviya wan bû. Niha, herdu ji hev bêhay; yekî ji bajarekî bakûrê dûr, yekî ji navçeyeke beriya l’ rojava, di heman katê de  ji xew rabibûn, kisikê xwe yê tutinê ji tutinê dagirtibûn, çend nanê tenûrê xistibûn turikê bi milê xwe ve, û berê xwe dabûn oxira ku 30 sal bû li pawika wan bû.
Sihara zû, sihara mîna zarokekî di ber sînga diya xwe de xilmaş î geh çavên xwe veke û bigire û dîsa bixwaze binive, di landika berbangê de diqilqilî…Bi qasî ku peya bûn, heta ku rojê ziqitandibû bin çengên dinyayê û dinya ji xew hilçenandibû; wan sînor û sînor, tibabek rê birîbû. Riya herduyên ku ji riyên cuda cuda û ji hev dûr, li texma çiyayên ku beriya axhevrîşmî mîna xaliçeyekê kişandibûn ber piyê xwe, digihan hev. Êdî ew rêviyên riyekê bûn. rêviyên rojekê bûn. Rojê, roja ku wê kêlîkê perdeya şevê ji ser rûyê erdê dabû hev, bi tîrêjên xwe yên dijwar, mîna mozqirkeke b’ peleka guh vede, wisa bi patikan meriv vedida. Herdu, berî ku bighin hev, pişta xwe dan siya çiyê û li ser du ferşan rûniştin. Herduyan di heman demê de rahiştin destmalên xwe û xwîdana xwe paqij kirin. Û herduyan di heman wextê de dest avêtin kîsikên xwe û çixareyên xwe pêçan û vêxistin. Duyê çixareyên herduyan piştî fitlonekin xelek xelekî, li jor li cihekî gihan hev û kişiyan ber bi jor ve: Herdu peya di geremola hizrine têkêl de, li dû dûyên çixareyên xwe, dan dû spîtiya ku di valahiya hewayê de bi hev re wenda bûn. Cixareyên herduyan di heman kêliyê de qediyabûn. Herduyan qunikên çixareyên xwe bi serê pêlavên xwe vemirandin. Bi qasî sê sal di ser sotinê re derbas bûbû, ji terhe-ajên ciwan ên ku di nîsanê de serî li xwezayê hildabûn, dixuya ku agir bi dar û deviyên vî çiyayî ketiye. Ev çiya ji welatê çiyê çiyayek bû. Ji herdu rêwiyan rêviyek şairek bû. Çarînek mîna diayekê ji nava lêvan der bû:
Ya Homa’yê xwe dayî û ez dayî
Zeradeşt bû rêberê ewil te dayî
Tu bi berzî û balahiya xwe kî, ya Ahûr
Were rehmê li vî qewmê çiyayî

Û…herdu di heman kêliyê de rabûn ser xwe; turêkê xwe avêtin milên xwe û dan evrazê çiyayê ku ji şivîleyekê pê ve rê nedida kesekî….