Ji bo em li ser mijara hilweşandina peykerê Egidê Kurdistan Mahsum Korkmaz rawestin û binirxînin, berî wê, divê em piçeki li ser wateya peykerên ku li Kurdistan di nav jiyana Kurdistaniyan de ne, bisekinin û di jiyana civaka Kurd de peyker tê çi wateyê, piçekî lê binêrin... Ez wek însanekî Kurd, di jiyana xwe de peykerê çawa naskirime, ewiya vebêjim, bi wê destpê bikim. Dema ku min xwendin û perwerdeyê naskir, birastî jî li gundê me dibistan tune bû. Kozikek ku kozika ji gomên ga û mangeyan, yê gundiyekî me, yê Apê Kemal, anko Filît, (Ku wek leqeb jê re digotin Filîtê Qoto) ji bo ku zarok perwerde bibînin, bi çend kursiyan ve wek dibistanek hatibû durust kirin. Di wê "dibistanê" de çend zarokên gundê me dixwandin, lê dîsa jî dibistan, wek "dibistan" di mêjiyê me de cîh negirtîbû. Ez digotim qey dewlet birayê min ê mezin hilbijartiye, ji xwe re girtiye û ji bo xwe digihîne karekî. Ez gelekî xemgîn jî dibûm, ji ber ku ez ditirsiyam, min digot qey çendek şûnde dê dewlet birê min ji me veqetîne û bibe cîheke dûr. Dibistan tiştekî bi vî rengî bû.

    Salek şunde, li gundê jêrîn, (gundê me li du warê bicîh bûye, gundê jêrîn, -ango 'berçem'- û gundê jorîn) avahiyek dihat çêkirin. Rojek, rojeke havînê, bûyerek çêbû. Dayika min jî di nav de, jinên gundê me, ew înşeata avahiyê xira kirin û cendirme hat û ya ku girt lê da, zêdetirî wan jî revîyan. Heta ku ew bûyer qewimî û bidawî bû jî ez û zarokên gundê me jî em li pişt kevirekî xwe veşartî bûn û birastî gelekî jî bi tirs bûn. Li wê awahiyê tiştê herî balkêş jî ew bû ku, bêtonek hatibû rijandin, heta em bêjin bilindahiya wî qasî mêtirokî jî bilindtir bû, li ser wê bêtonê jî bi hesinê ve wek sûreta însanekî hatibû çêkirin. Em wek zarok me bi hev re nîqaş dikir û me digot, dayika me hesinên avahiyan jê derxistine, lê gava kû ew hesinê ku wek sûreta însan li wir e, ew tiştekî pîroz e û cendirme jî ji bo vê yekê hatiye dayika me ji wê derê dûr dixe ku ew sûreta pîroz zirarek nede wan. Ew roj şunde ew "sûreta hesin", tu carî ji jiyana me derneçû, timî bi me re bû.
    Di rastiyê de ew sûret, sûreta dagirkeriyê bû ji bo Kurdan. Bi salan, bi dehan sal, xwe wek sûreteke pîroz da xuyandin lê wek celadeke dilhişk ço yê xwe li ser Kurdan hejand û sekinî. Ew sûret, şûrê desthilatdarî ya herî tûj bû li ser serê Kurdistan. Ew sûreta hesin, şiveke asîmîlasyonê, lêdaneke pergalî,  perwerdehiya bêkeseyatiyê bû ji bo Kurdan. Ew sûret ne tenê li gundan, li bajar û bajarokan, li kolan û kuçeyan, temam li erdnigariya Kurdistan, di her quncikê de rû dida, li ber pozê her Kurdekî ew sûreta hesin wek bêhneke tûj ya vê axê, wek qirêjiya metingeriyê ku axa Kurdistan jî bi xwîna sor ve dixemiland, xwedî wateyeke wisa bû ew sûret. Şîdeta bi hezaran reng tê de veşartî bû...Kurd, heta berî demekî dengê xwe ji bo vê sûretê dernedixist. Ne ku negihîştibû kûrahiya wateya wê sûretê, bi mêjiyê, bi hişmendiyê, bi hezaran, bi milyonan hucra xwe ya zindî ve dizanîbû û têgihîştîbû ku ew sûreta mêtingeriyê ye ji bo Kurdan, lê dengê xwe jî zêde bilind nedikir. Her ku têgihîştina Kurdan pêş ve diçû, ew sûret jî wateya xwe wenda dikir û roj bi roj xwedî nirxeke sivik û vala dima di baxçeya avadaniyên dagirkeriyê de.
   Îja Kurd, wek mileteke ku ewqasî êşa wê sûretê dîtiye, cara yekem li himberî dagirkeriyê, peykereke însanekî xwe ya liheng çêkir. Ku ew peyker ne wekî yên dinan, li himberî mêtingeriyê sîng û berê xwe vekirî, çekê xwe li destê xwe, stuyê xwe ne xwar, wek Prometeûs ku dij pergala dagirkeran mafên çîprûtan parastiye, wek Spartakûs ku çarenûsa dagirkeriyê re nerazî, milîtaneke azadiyê, peykereke Egitê gelê bindest e.. Tirsa min ew e ku, dewletê Tirk, ku xeynî şîdetê tu ji tiştekî fêhm nake, pirr were ser Kurdan û nirxên wan bizêrîne û biêşîne, êdî ciwanên Kurd jî tu peykerê ew sûretê hesin ku her derê Kurdistan li ser mêtirokî bêton disekine, temam li Kurdistan paqij bike û dêrîne.