SELWA ABDULREHMAN / ANHA / MINBIC
Li bajarê Minbicê du pirtûkxane ku bi deh hezaran pirtûk li wan in, hene. Rojane bi dehan kes serdana pirtûkxaneyan dikin. Tevî hejmara kesên ku diçin pirûkxaneyan kêm e, lê rêveberên pirtûkxaneyan dibêjin, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, wê hejmara kesên biçin pirtûkxaneyan zêde bibe.
Pirtûkxane bi armanca teşwîqkirina civakê li ser xwendina pirtûkan û zanekirina wê têne vekirin. Li bajarê Minbicê du pirtûkxane hene. Yek ji wan ji aliyê DAIŞ`ê hatibû talankirin.
Yek li dibistana amadehî ya Şeriî û ya din jî Pirtûkxaneya bi navê Mihemed Menla Xizêl a navendî ye. Di her du pirtûkxaneyan de bi deh hezaran pirtûk hene.
Pirtûkxaneya Şeriî
Ev pirtûkvxane, sala 1977’an hate avakirin. Rêveberiya dibistanê bi dirêjahiya gelek salan heta 2014’an, gelek pirtûk pêşkeşî pirtûkxaneyê kirine û hejmara wan gihiştiye 6 hezar pirtûkan.
Di heman salê de yanî 2014’an, çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Minbicê dagir kir û gelek pirtûkên dibistanê û bi taybetî pirtûkên girêdayî rêgeza El-Sefewî şewitandin.
Meclisa Eskerî ya Minbicê bi desteka QSD’ê bajarê Minbicê 12’êTebaxa 2016’an rizgar kir. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji nû ve dest bi sererastkirina pirtûkxaneyê kir û pirtûkên dîtine, radestî rêveberiya pirtûkxaneya dibistanê kir.
Niha jî rêveberiya dibistana amadehî ya Şeriî pirtûkan ji nû ve dabeş û tomar dike.
Ev pirtûkxane weke lêvegerekê ye ji hemû xwendekarên dibistanê û hezkiriyên xwendin û zanistê. Tê de gelek pirtûkên dîrok, erdîngarî, El-Tesewof, exlaq, zimanê Erebî, zanistên pirtûka pîroz, El-Sune, El-Şerîa û gelek pirtûkên nûjen hene.
Pirtûkxaneya Menla Xizêl
Ev pirtûkxane di 15’ê Tebaxa 2018’an de li bajarê Minbicê li ser riya Helebê hate vekirin. Pirtûkxane gelek pirtûkên wêjeya Ewrûpayê weke wêjeya Îtalî, Spanî, Rûsî, Fransî û gelek nexşeyên cihanî û Erebî dihewîne.
Her wiha di pirtûkxaneyê de pirtûkên felsefî, pirtûk derbarê serdemên El-Cahîlî, El-Ebasî, El-Umewî, gelek pirtûkên zanyarî, wêjeyî, siyasî û hwd hene.
Li pirtûkxaneyê zêdetirî 20 hezar pirtûkan hene. Têkildarî mijarê helbestvanê bi navê Ehmed El-Yûsif ê ku ji Minbicê ye diyar kir ku piştî hemû pirtûk werin arşîvkirin, wê hejmara zelal a pirtûkan diyar bibe.
Li gorî çavdêrê pirtûkxaneyê, Xalid El-Hec Mihemed, di vê mehê de tenê 60 kesan serdana pirtûkxaneyê kiriye û zêdetirî 55 kesan jî ji bo xwendinê pirtûk birine û wê piştre vegerînin.
Li gorî berpirsên pirtûkxaneyan ên Mijbicê, hejmara kesên ku serdana pirtûkxaneya bikin û bixwînin, bi destpêkirina sala perwerdê ya nû re wê zêde bibe.