
Pêşangeha ‘Du rûyên êşê’ ya li ser mijara şerê 30 salan ê li Kurdistanê û jiyana malbatên gerîla û leşkerên di dema şer de jiyana xwe ji dest dane, hat vekirin.
Pêşangeha ‘Du rûyên êşê’ ya hunermendê wêneyan Kamûran Erkaçmaz, ku di encama xebateke bi dehan malbatên li 70 bajarî re hat amadekirin, li Galeriya Hunerê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark a Amedê hat vekirin.
Xezal Akman a di sala 1957’an de ji dayik bû, xwedî 2 keç û 7 mêran bû. Kurê wê Mûrat Akman ê di sala 1974’an de ji dayik bû, di sala 1993’an de JÎTEM’ê avêt ser mala wî û li pêş çavên hevsera wî hat qetilkirin. Kurekî wê yê din Alî Ekman ê di sala 1980’yî de ji dayik bû, di sala 1994’an de tevlî refên PKK’ê bû. Di sala 2004’an de di şerekî li navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Halîm Akman ê di sala 1983’an de ji dayik bû û Halîme Akman a di sala 1985’an de ji dayik bû, tevlî refên PKK’ê bûn. Dayik Akman agahiyê ji zarokên xwe nagire.
Huseyîn Corûk ê bavê 2 keç û 4 mêran, di sala 1955’an de li Nevşehîrê ji dayik bû. Ji ser sergo plastîk, hesin û kaxizan kom dike û debara xwe bi vî rengî dike. Kurê wî yê navîn Mûstafa Corûk ê di sala 1987’an de li Nevşehîrê ji dayik bû, di 12’ê Gulana 2006’an de di şerê ji ber operasyona leşkerên Tirk de bi 7 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da.
Şerê 30 salan xwedî gelek çîrok û draman e. Hunermendê wêneyan Kamûran Erkaçmaz, li pêşberî vê yekê xemsar nebû. Erkaçmaz, di encama xebateke 7 mehan de, li gelemperiya welêt geriya, wêneyê van çîrokan kişand û weke dokûmantereke ji wêneyan a bi navê ‘Du rûyên êşê’ derxist pêşberî hunerhezan.
Pêşangeha wêneyan a ‘Du rûyên êşê”, ku kuratoriya wê derhênerê sînemayê Huseyîn Karabey, dîzayna pêşangehê Sera Dînk, edîtoriya wê Fatmagul Okten, Metîn Aksoy û Şeyda Dîrencî kirin, li Galeriy Hunerê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark a Amedê pêşkêşî temaşevanan hat kirin.
Pêşangeha ku ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarên Baglar û Sûrê Bîrsen Kaya Akat û Seyîd Narîn ve hat vekirin, wê heta 30’ê Çileya 2015’an vekirî be.
Malbatên gerîlayan bûn alîkar
Di pêşangehê de her wiha eşyayên taybet ên Ahmet Kaymaz bavê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî, yên li navçeya Mêrdîn Qoserê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin jî, tên nîşandan.
Erkaçmaz di dema xebatên xwe yên pêşangehê de, dengê ji nêrîna malbatan, bi şêweyê sînevîzyonê li gel wêneyan pêşkêşî temaşevanan dike.
Hunermendê wêneyan Kamûran Erkaçmaz li merasîma vekirina pêşangehê axivî û ji malbatên ku bûne mijara xebata wî û tevî ku beriya niha wan nasnedikirin jî lê bûn mêvanê wan re, spasiyên xwe pêşkêş kir.
Erkaçmaz ragihand ku pêşangeh nîşan dide ku di navbera gelên li vî welatî de ti pirsgirêk nîne û diyar kir, ku pêşangeh bi alîkariya malbatên gerîla û leşkeran derketiye holê. Erkaçmaz da zanîn ku dema dest bi projeyê kir ji aliyê aboriyê ve ti hatiyeke wî nebû û destnîşan kir, ku di dema vê xebatê de ew bûye mêvanê malbatan û malbatan destek dane projeya wî. Erkaçmaz da xuyakirin ku daxwaza wî ya herî mezin hatina aştiyê ye û xwest, pêşangeha wî xizmetê ji aştiyê re bike.
Erkaçmaz anî ziman ku 3 salên wî li refên gerîla û kekê hevalê herî nêz ê wî li leşkeriyê jiyana xwe ji dest daye, lewma biryar daye xebateke bi vî rengî bike.
ANF/AMED