PELŞÎN GABAR / ANF / ŞENGAL
Du zarokên Êzîdî yên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn revandin ji hêla QSD’ê ve hatin rizgarkirin. QSD´ê ew gihandin malbatên wan.
3’yê Tebaxa 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi ser Şengalê de girtin û komkujî pêk anîn, du zarokên Êzîdî yên bi navê Zahît Sihêl Mahîl û Amîr Xêyrî Berkan ku ketibûn destê DAIŞ’ê ji hêla QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Hevserokê Meclîsa Xanserokê û Meclîsa TAJÊ zarok radestî malbatên wan kirin.
Li ser navê meclîsa Xanesorê, Hevserokê meclîsê, Qasim Xelaf axivî û got, „Îro du xortên me yên bi navê Zahid û Emir ji aliyê QSD’ê ji destê DAIŞ´ê rizgar bûne. Em jî gelekî kêfxweş in ku rizgar bûne û dîsa gihiştin cih û warê xwe û malbata xwe.”
Qasim Xelef di dewam gotinên xwe de bang li gelê Êzîdî kir da ku vegerin Şengalê û wiha dewam kir: “Vegerin ser axa xwe ya Şengalê, xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin, heger em li hevdu xwedî dernekavin, kes li me xwedî dernakevê ji bo wê jî pêwîst e gelê me yê Êzîdî berê xwe bide axa xwe ya pîroz.”
Qasim Xelef malavahiya QSD´ê kir û hêviya xwe ji bo rizgarkirina dîlên mayî yên di destê DAIŞ´ê de jî îfade kir.
Dê û bavê Zahid Sihêl Mahîl û Amîr Berkat jî malavahiya hêzên QSD’ê kir û got, ew hêvî dikin ku di demeke nêz de hemû Êzîdiyên di destê çeteyên DAIŞ’ê de werin rizgarkirin.