***
Di şexsê Sûriyeyê de hêzên global, hesabên dengeyên nû dikin. Li gorî hesabên “Emperetoriya Fuzeyan” jî, tirsa hêzên global hinekî zêde heye. Tirsa wan, ewe ku otorîteya dewleta ku li ser mîrateya 600 salên despotiya “Mehteranên Osmanî” hatiye damezrandin têk diçê ye.
Tirkiya dibin despotiya General Erdogan de, ha ha çeteyên paramilîter îxracî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dike. Her hêza çete û parmailîter, parçeyek ji tirsa dilê Israîl û xaçparêzan e. Xalid Mîşel jî, (8. 12. 02) di axaftina li Xezayê, behsa mirina gelê Îsraîl û ji nû de dagirkirina Qutsê kir. Heta doh bû, General Erdogan jî heman gotin dûbare dikirin.
Axaftina Xalid Mîşel ya li Xeza, tirsa dilê hêzên global zêde kir. Wilo guman dikim ku piştî axaftina Xalid Mîşel xewnên Erdogan jî herimîn û di wê şevê de têba dîtin. Ji ber ku lîderê Hammasê, behsa Erdogan û Tirkiya nekir. Lê behsa Misir û serokkomarê Misirê Muhammed Mursî kir. Ev dide xuya kirin ku, Misira û Mursî wê bibe serokê nû yê cîhana Îslamî.
Qatar û Erebîstana Suudî jî wê nikarin vê serkêşiya Mursî bidin rawestandin. Mîrekîtiyên Ereban jî di nav de, beşekî xurt yê Cîhana Ereb, serkêşiya Mursî pejirandine. Lewra, piştî paşde gavavêtina Mursî ya li hemberî gelê Misirê, şêwirmendê wî û serokê partiya Uxwan-ul Muslîmin ya bi navê Partiya Azadî û Edaletê Îsam El-Aryan, piştî şêwra bi lîderên Mîrekîtiyên Ereban re, bi awayekî lezûbez çû Emerîka.
Di mijara Sûriyeyê de û di sazkirina opozisyona muxalifên ku li Stembolê rêxistiniya xwe pêkanîn, di encamê de ne weke nûneêrng elên li Suirye, weke “muxlaciyên talanger û çete” derketin holê, xuya kir ku Tirkiyê nikare bibe aktorê dizaynkirina heêrmê. Encama vê jî bû civîna li Doha, lê Tirkiye hîna pîkolê dike û li ber maka xwe dilîze.
Hêzên global, di destpêka sedsala bîstûyekê de, qinyata xwe bi kadroyên bermayiyên Îttîhadî û tecrûbeya wan ya dewletî û eskerî anîbûn. Dibin pêşengiya van kadroyên xwedî tecrûbe de, “Komara Tirkiyê” wek encama şerê xaçparêzî û misilmantiya 1000 salî derkete holê. Lê îro cûda ye!...
Serkêş û lîderên Komara Tirkiyê yên îro, wek mîratzadeyên Îttîhadiyan haraket dikin. Hîna di xewnên emperetoriya mezin de ne... Xeyalên serkêşiya “mehteranên li dijî xaçparêzan” dikin. Padîşah Erdoganê ku hîna serbendê tacîdariya zêrîn li ser serê xwe ne daniye behsa Kanunî, Yawus Selîm, Alpaslan û gera li ser pişta hespan dike.
Ew xewnên doh û xeyalên pêr ji bo hêzên global metirsînî ne.
Bicihkirina fuzeyên patroît jî, demûdewrana dawiya Emperetoriya Osmaniyan ya kapîtulasyonan tîne bîra mirov. Hêzên global, ji bîryara Komara Tirkiyê ya vegerandina hêzên global ji binya Mêrdînê û derdora Qoserê derseke mezin standine. Ewropî xeyalan dikin, lê bi xeyalan najîn, xewnan dibînin lê li gorî fal’bazan jî tevnagerin.
Lîderên Kurd, yek rojê behsa hêza Selahaddîn Eyyubî, ya Merwanîyan, ya Hurriyan, ya Mîttaniyan nekirine. Lê behsa aştiyê, demokrasî, modernîtê, jiyana hevreyî ya dilsozî û wekheviya gelan dikin. Jiyanek hevpar û wekhev!... Ev sîstem, îro li Ewropa bûye xewn û xeyalên lîder û stratejisyenên ewropî.
Hoy û mercên îro ne mîna doh û pêr in. Serkêş û lehengên gelê Kurd jî, hiş û ramanê lîderên Kurd jî, sîstema ku di encama 30 salên şerê dijwar de derkete holê jî, ji ya doh û pêr cûdatirin. Lîder û serkêşên Kurd, êdî modern in, li gorî sedsala demê tevgera xwe dikin û bi hiş û ramanê paşerojan haraket dikin. Li gorî dengeyên îroyîn yê herêmê, kefikên mîzênê baş rûdinînin û ji xewn û xeyalên vala û pûç zêdetir, li gorî rastiya gelan, pêdiviyan û demê tevgerê dikin.
Divê werê zanîn ku statuya paşerojan, wê li gorî daxwazên gelan werê rûnandin. Mînaka wê jî hinekî Misir e... Lê ya herî balkêş wê Sûriyeyê be. Netew dewlet, êdî temenê xwe dagirtine û bikêrî sîstema kapîtalîst nayên. Sîstem pêdiviya xwe guhertinê dibîne. Ev guhertin, di rêvebiriya herêmî û li gorî daxwazên gelan e. rastmalê global jî, wê hêzên bazirgan di çarçoveya “emperetoriya fuzeyan de” û daqoqê tirsê, wek şûrê demokles di destên xwe de bigire. Lê hêzeke ku dikaribe li dijî xaçparêzan şerekî bike û dikaribe Qutsê dagir bike û Îsraîliyan biavêje Derya Spî, ne mumkun e.
Empretorê bê tac Erdogan, yek carê mafê jiyanê û hebûna dewleta Israîl ne aniye ziman. Lê lîderên Kurd, her dem biqasî gelên din yên li herêmê mafê jiyana gelê Îsraîlî jî di her firsetê de dûbare kirine.
Erdogan, hîna mafê gelên lu Tirkiyê, Kurd, Suryanî, Laz, Çerkez û Ermenî ne aniye ziman. Hebûna Erdogan, li ser îdeolojiya yek-yekan ya nijadperestiya Tirkîtiyê û lis er misilmanitya Tirkîtiyê hatiye ava kirin. Ev jî bingeha faşîzmê ye. Lê lîderên Kurd wajî vê, dewleta demokratîk, Destura Bingehîn ya demokratîk, gelê demokratîk tînine ziman û wek sîstemê jî pejirandine.
Ev cûdatiya lîderên Kurd, zihniyeta Kurd ji lîder û zihniyeta Tirk ev e.
Du tiştên ziddê hev in.
Du zihniyetên li dijî hev
Tecrîda li ser Birêz Ocalan kete roja 502 rojan. Navê tecrîdê li hemberî kiryarên dewleta AKPê sivik dimîne.