Li Awûstralyayê ji ber agirê bi daristanan ketî bi dehan kes û bi sed milyonan heywan mirin. Hate ragihandin dûmana vê şewatê gihiştiye Şîlîyê ya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e.

Ji meha Îlonê û vir ve li Awûstralyayê daristan dişewitin. Ji ber van şewatan heta niha 8 milyon hektar daristan bû xwelî. Dûmana şewatê gihiştiye Emerîkaya Başûr a ku bi hezaran kîlometreyan jê dûr e.

Rayedarên Şîlî û Arjantînê daxuyanî dan û diyar kirin ku dûmana şewata li Awûstralyayê gihiştiye welatê wan. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dûman ji ser Okyanûsa Pasîfîkê gihiştiye Şîlîya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e. Ajansa meteorolojî ya Arjantînê SMN’ê jî diyar kir ku dûman piştî şeş hezar metreyan dest pê dike, îhtîmala kêmbûna wê tineye û ji ber dûmanê roj sor xuya dike. Heye ku ewrên dûmanê bigihên heta Brezîlyayê.

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN