SEYÎT EVRAN ANF/SILÊMANÎ Hîwa Mehmûd Osman ku ji roja pêkhatina şoreşê û vir ve gelek caran serdana Rojava kir û bi rêveberên leşkerî û rêveberiya xweser a li Rojava re gelek caran hevdîtin kir, piştî serdana çend roj berê çavdêriyên xwe yên li ser rewşa aboriyê û ewlekariyê got. "Li Rojava rewşa aborî nebaş e. Ji ber ku şerekî giran lê heye. Lê belê li gel nebaşiya rewşa aboriyê, rewşa ewlehiyê gelekî baş e. Li Rojava gel ji lihevkirina QSD, PYD, Partiyên Yekîtiya Neteweyî û ENKS'ê gelekî kêfxweş e. Lê belê hîn nediyar e ku hevdîtinên encamgir û cidî wê kengî dest pê bikin. Fikar hene ku bi vekişîna DYE'yê re Rûsya û rejîm li hev bikin û êrişî herêmê bikin. Di vê mijarê de fikarên cidî hene. Têkildarî gavên bên avêtin hîn tiştekî eşkere nîne. Rêveberiya QSD'ê bi taybetî polîtîkayeke baş dimeşîne, lê belê li gorî rewşa navbera DYE, Rûsya, Tirkiye û rejîmê divê polîtîkayên hevsengiyê bi hesasiyeteke mezin bê meşandin. Heta niha ev yek kir, lê belê ji niha û pê ve jî divê vê yekê bidomîne.”