LUQMAN GULDIVÊ


Li bajarê Elmanyayê Essenê Tora Akademîsyenên Kurd li Ewrûpayê Kurd-Akadê, konferansa xwe ya salane ya pisporan bi sernivîsa „Komar xwe fesx dike?! Tirkiye li duriyana di navbera dîktatorî û xwerêveberiyê de” li dar xist. Gotarên Konferansê hemwext hatin wergerandî sê zimanan û ev jî Kurmancî, Elmanî û Tirkî bûn.

Di konferansa ji du rûniştinê sereke û minaqeşeya encamê pêkhatî de, di rûniştina yekem de hizrên li ser dîroka Komara Tirkiyeyê di peywendeke mafê mirovan û mafên hindikahiyan de hatin îfade kirin. Di vê rûniştina yekem de ji Dibistana Bilind a Zanistên Fenî ya Frankfurtê Prof. Dr. Christine Huth-Hildebrandt behsa wê îmtîhanê kir ku mafên sereke û azadiyê li Tirkiyeyê pê re rûbirû ne. Huth-Hildebrandt îşaret bi wê yekê kir ku êdî pirsa divê em ji xwe bikin ne ew e, “Ka gelo komar xwe fesx dike yan na, lê ka gelo komar wê karibe bi xwe, xwe fesx bike“ ye.

Desthilatdariyia îro Hezîrana 2015´an bi bin ket

Prof. Dr. Huth-Hildebrandt li ser mijarê îşaret bi zextên li Tirkiyeyê li dijî mixalifan kir û bi îhtîmam pirrcarî kir ku ew ji xwe behsa herêmên Kurd nake ku rewş jixwe ji mêj ve li wan kambax bûye û wiha peyivî: “Li Tirkiyeyê mesele ne parastina mafan e, ti mafên mirov karibe biparêze li holê nînin. Lê mesele berxwedaneke bingehî ye. Li wir ez bi kê re dipeyivim, nizanin ka dikarin çi bikin li tijî tişta bi ser wan tê”. Prof. Dr. Huth-Hildebrandt rewşa awarte û aloziya li welêt jî bir heta bi hilbijartinên Hezîrana 2015´an û got: “Lewma hingê desthilatdariya heyî pirraniya li parlemanê ji dest da û tirsê girte wê. Wê rojê ne tenê kesekî karîzmatîk hebû, ew jî Selahettin Demirtaş bû. Piştî wê rojê ya rastî li Tirkiyeyê rewş qulibî dîktatoriyê.” 

Seroka Kurd-Akadê Dr. Dersim Dagdeviren di peywenda muzakereyên bi Yekîtiya Ewrûpayê de mijar nirxand û helwêsta Komara Tirkiyeyê di meseleya Kurd û di warê demokratîkbûneke ji dil de weke “Ji serê ve ne jidil û binketî” bi nav kir. Wê jî bi gotina xwe tesbîta ku komarê xwe ji mêj fesx kiriye piştrast kir.

Faşîzma yek zilamî

Di heman rûniştinê de parlemanterê HDP´ê yê Muşê Doçent Dr. Ahmet Yildirim bi nasnameya xwe ya akademisyen peyivî û bêhtir bi awirekî cografyanas û dîroknas li meseleyê nihêrî. Doç. Dr. Yildirim di destpêka axaftina xwe de bê dudilî xirabbûna komarê di warê mafê mirovan û mafên sereke yê medenî û azadiyan de beramberî Kurdan tesbît kir û got, ji bo tevgera wan, hebûn û nebûna Komara tekperest a Tirk ne, lê avakirina alternatîfên ji bo gelan girîng e. Yildirim got, AKP´ê û Erdoganî bi destê xwe parlemana heyî ya ku bi benda xwe ya ji sedî 10´ê jixwe dij demokratîk e, bê mane û pûçkirin ji bo ku bibêjin, sîstem xitimî ye, betal e û divê biguhure, da ku faşîzma yek “zilamî” ferz bikin.

Erdogan wê bê dadgehkirin

Yildirim têkoşîna tevgera Kurd, wekî têkoşîneke ji bo azadiyan bi nav kir û got: “Li Tirkiyeyê di dîroka 94 salan de yekperstiyeke dijwar li dijî her kesê, ne Tirk, ne Misilman û ne Sunî hebû. Niha dixwazin vê zilmê veguherînin faşîzmeke sazûmankirî ya yek zilamî. Di referandûmê de ev faşîzm bê redkirin surprîzek e; lê neyê redkirin jî tirsa me nîne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê dewam bikin; em ê wê bi ser jî bixin. Erdogan vê sîstemê dixwaze, ji ber ku li dijî Kurdan sûc û gunehên gelekî giran kirine. Wî sûcên li dijî mirovahiyê kirin li Kurdistanê. Wekî din jî sûcên mezin di stûyê wî de hene. Ew dizane heger desthilatdariya wî bi dawî bibe, ew ê bê dadgehkirin.”

Weke alternatîf xweseriya demokratîk

Di rûniştina duyem de Dr. Çetîn Gurer behsa Xweseriya Demokratîk kir û di ser paradîgmaya Ocalan pêşniyazkirî re û di peywendeke dîroka teoriya xwerêveberî û demokrasiya di hizra lîberal û ya alternatîf de terîfa wê kir. Gurer îşaret bi wê yekê kir ku di xweseriya demokratîk de hizra sereke ew e ku civakê li hemberî dewletê bike hêz.

Şerê  desthilatparêz û alternatîfa tevgera azadiyê

Akademîsyen Rosa Burç jî di mînaka Rojava de îşaret bi pêkhatina xweseriya demokratîk kir û got, li wir edaleta civakî, di warê siyasî de xurtbûna jinê, wekheviya jinê, jîngehparêziye eslî, komun û meclîsên di astên cihê de û kooperatîfên aborî misoger dikin ku xelk û ferd di siyasetê de beşdar bin û ji destûrê, heta qanûnan ji projeyên siyasî heta bi parastinê xwedî biryar bin.

Di minaqeşeyên dawiyê de jî ya hatî binxêzkirin ew bû ku Duriyana Tirkiye pê re rûbirû di dinavbera statukoya komarê û faşîzma yek-zilamî de, lê belê di navbera hêzên desthilatparêz û alternatîfa tevgera azadiyê bi rengê xweseriya demokratîk û xwerêveberiya civakê de ye.