Nobeta 'Azadî ji Ocalan re', ku li ber avahiya Konseya Ewrûpayê dewam dike, di hefteya 247. de ye. Komek Kurdistaniyên ji Dusseldorfê vê hefteyê nobetê digirin.
Nobeta ku hefteya bihurî ji aliyê komeke ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ve hate girtin, vê hefteyê ji aliyê welatparêzên Kurd Mehtap Dem, Kemal Dep û Basil Alo yên ji bajarê Dusseldorfê, tê girtin.
Ji çalakgeran Mehtap Dem anî ziman, ku ew tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin û nikarin qebûl bikin ku ji rewşa tenduristiya wî ne agahdar bin. Dem bang li Kurdên li Ewrûpayê û tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li Ocalan derkevin û bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.
Ji endamên komê Basil Alo yê ji Rojavayê Kurdistanê bang li ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê kir da ku ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiya nobetê bibin. Basil Alo daxwaza azadiya Ocalan kir.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û bû çalakiya herî demdirêj a Kurdan ku bê navber her roj dewam dike. Heta niha zêdeyî 1.500 kesî tevlî çalakiyê bûne. Di çalakiyê de heta niha bi sed hezaran kesî re têkilî hatiye danîn û ew hatine agahdarkirin. Çalakî serê sibehê dest pê dike û heta êvarê dewam dike.
ANF / STRASBOURG