Yunus Emre Sakarya: Me li Keçîoren a Enqereyê Şîrketa Lîmîted a Îhracat û Îtalatê ya Bazirganiya Elektronîk a Profesyonel ava kir. Me bi rêya şîrketê malzemeyên şer ji DYE, Rusya, Elmanya û Çinê kom dikir û ji DAIŞ’ê re dişand.
NAZIM DAŞTAN / MA / DÊRA ZOR
Hevkarê DAIŞ’ê yê ji Enqereyê alîkariya lojîstîkê da DAÎŞ’ê di destê QSD’ê de ye.
Derket holê ku Endamê DAIŞ’ê Yunus Emre Sakarya yê ku DYE bi bultena sor a înterpolê li wî digeriya û xistibû lîsteya “Terorîstê kurevî“ di operasyona “Bagera Cizîrê” de ji aliyê QSD’ê ve hat girtin. Tê gotin Sakarya, li gel amîrê ku li Serokatiya Daîreya Tevgera Polîsan li Enqereyê bi rêya şirketekê piştgiriya lojistîk a eskerî ji DAIŞ’ê re dişand. Yunus Emre Sakarya yê 30 salî, di nava DAIŞ’ê de navê “Ebu Dûa Elmani” li xwe kir. Sakarya, hem welatiyê Tirkiyeyê ye û hem jî welatiyê Elmanyayê ye. Sakarya bi rêya şîrketa li Enqereyê ava kir, malzemeyên şer ji DYE, Rusya, Elmanya û Çinê kom dikir û ji DAIŞ’ê re dişand.
Bi birayê xwe tevlî El Nusra bû
Yunus Emre Sakarya bi eslê xwe ji Enqereyê ye û malbata wî di salên 1970’î de koçî Elmanyayê kiriye. Sakarya, piştî lîse xelas kir, tevî birayê xwe tev li xebatên Komeleya Milletî Îbrahim a girêdayî El Qaîde bûn. Di sala 2013’an de li gel birayê xwe Îsmail Sakarya derbasî Sûriyeyê bû. Dema komên Selefiyan xebatên xwe li Elmanya zêde kir, ji heman komeleyê tevî 30 kesan derbasî Misrê bûn û ji wir jî derbasî Libyayê bû. Kom piştre ji Lîbyayê jî derbasî Tirkiyeyê bûn. Dema hatin Tirkiyê Sakarya li gel birayê xwe ji Hatayê dîsa derbasî Sûriye bû û tev li komên El Nusra bû. Wî li vir jî perwerdehiya şerî û eskerî stend. Nêzî sakelê li Sûriye di nava El Nusra de perwerde bû û di sala 2014’an de bi jinek Elman a tev li El Nusra bû re zewicî. Sakarya, dîsa tevî birayê xwe tev li koma DAIŞ’ê bû. Dema di navbera DAÎŞ û El Nusra de şer derket tevî malbata xwe dîsa derbasî Tirkiyeyê bû. Zarok û hevjîna Sakarya ji Tirkiye derbasî Elmanya bû. Hikûmeta Elman derketina derve li hevjîna Sakarya qedexe kir. Sakarya jî li Enqereyê jiyana xwe dewam kir.
Bi tevgera taybet re kar kir
Sakarya, têkildarî jiyana xwe agahî dan hêzên QSD’ê û anî ziman ku ji bo hevjîna xwe bîne gelek caran ketiye nava hewldanan û got: “Min li Enqere polîsek nas kir. Navê wî L. K. bû. Amîrekî li Serokatiya Daîreya Tevgera Polîsan li Enqereyê bû. Têkiliya wî û kesên ji ewlehiya Serokomar Erdogan berpirsiyar hebû. Piştre pir bi min eleqeder bû. Hemû alîkarî dan min. Ez bi gelek kesên din re dam naskirin. Malek ji min re dît. Derket holê ku ew mal lojîstîkê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan e. Wî mirovê xwediyê xanî bi min û amîrê li gel min re axivî. Got ‘Em çawa dikarin hersê kes bi hev re kar bikin. Piştî vê hevdîtinê me li Enqere şîrketek ava kir. Me li Keçîoren a Enqereyê Şîrketa Lîmîted a Îhracat û Îtalatê ya Bazirganiya Elektronîk a Profesyonel ava kir. Me bi 500 hezar TL’yî şîrket ava kir. li ser rêya înternetê ya hesabê “www.warriorgears.com” xebatên şîrketê kir. Şîrketê malzemeyên eskerî, dûrbîn, kamera, kask, bot, bêtêl, dron û alavên eskerî krîn û firotin.”
Ji DYE Rusya, Elmanya û Çînê malzeme hatin
Sakarya, da zanîn ku piştre wî û polîs L.K. ketin nava dan û stendineke mezin û got: “Min bi alîkariya wî ji DYE, Rusya, Elmanya û Çînê malzeme anî. Min dema alav ji Emeriqa dixwest min L.K. referans nîşan da. Piştre me têkiliyên xwe mezin kir. Têkila wî bi Sûriye re jî hebû. Me ji DYE çek, dûrbîn, pergala komunikasyonê û drone dixwestin. Me malzemeyên eskerî di ser rêya Idlibê re derbasî Sûriye kirin. Hin caran ciroya şîrketê heta 10 milyon dolaran zêde bû. Gelek DAIŞ’iyên wekî me kar dikirin jî hebûn. Lê tenê min bi awayekî fermî bazirganî dikir. Mehê 100 milyon dolar ciroya DAIŞ’ê hebû. Me ji DYE alîkariya pereyan ji rêya Akbank, Garanti, Vakıf û HSBC’ê pêşwazî dikir. DYE jî bi rêya bangka Bank Of America pere dişandin. Ev ragihandin tev bi belge û fermî ye. Min amûrê eskerî hin caran bi rêya bazirganan û hin caran bi rêya birayê xwe Îsmail gihandin destê DAIŞ’ê.
Birayê min agahî dan QSD’ê ku ez berpirsiyarê krîna malzemeyên teknîkî yê DAÎŞ’ê me. Îsmail Sakarya ku gelek caran di navbera Sûriye û Tirkiye de çû û hat niha li girtîgehek Tirkiye girtî ye.”
Li ser navê artêşa azad ji DAÎŞ´ê re şandin
Endamê DAIŞ’ê Yunus Emre Sakarya, di dawî de got; ”Me gelek caran li ser navê artêşa azad çek şandin ji DAIŞ´ê re. Li vir rola L. K. pir zêde bû. “L.K., wê demê dîsa maddeya uranyum û civa sor jî peyda dikir. Ev di çekên kîmyewî û teqemeniyan de bikar dianîn. Têkiliya wî û Rûsya jî bi hev re hebûn. Ez li Dêra Zor ji aliyê QSD’ê ve hatim girtin. Elmanya dixwazin min teslîmî wan bikin.