Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA John Kirby, mijarên di rojevê de nirxandin û bersiv da gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser El Nûsrayê.
Kirby diyar kir ku ew El Nûsrayê weke 'rêxistina terorîst' dibîne û got, "Ji bo derxistina El Nûsra ji lîsteya terorîstan, bi ti awayî sedemeke me nîne."
Kirby axaftina xwe ya li ser mijarê weha dewam kir: "Ew (El Nûsra) rêxistineke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke komeke terorîst hatî pênasekirin e. DYE jî wan weke komeke terorîst dibîne û ji bo El Nûsra ji lîsteya terorîstan bê derxistin an jî nêzîkatiyeke cuda li wan bê kirin, ti sedemeke me nîne. Di heman demê de ew aliyekî agirbestê nînin."
Desteka ji bo Onderoglû
Kirby her wiha nerazîbûn nîşanî girtina Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû da û mijar weke "Dewama rêveçûna nexweş a pêşî li rêya rewa ya azadiya çapemenî û ramanê digire" pênase kir.
Kirby bang li Tirkiyeyê kir da ku li gorî nirxên gerdûnî tevbigere û destnîşan kir, hewldanên rojnamevanên serbixwe û pêşîvekirina li dengên cuda, rêya xurtkirina demokrasiyan e.
NAVENDA NÛÇEYAN