Hatibû ragihandin ku Wezîrên karên derve yên ereban li bajarê Cedê yê Siûdiyê civîneke awarte li dar bixin. Lê berî civînê bi rojekê hate îlankirin ku wan civîn taloq kiriye. Civîn bi armanca lêgerîna li çareseriyekê bo aloziya Sûriyeyê û goftûgoyên derbarê bichkirina nûnerekî din li şûna Kofî Annan dihate lidarxistin. Her wiha wezîra karê derve ya Amerîkayê Hillary Clinton jî li Tirkiyeyê bû. Clinton jî da xuyakirin ku ew bi Tirkiyeyê re goftûgoyên li ser pêvajoya piştî rûxandina Esed dikin. Her wiha Clinton behsa zêdebûna penaberên ji Sûriyeyê kir û rêbazên alîkariya muxalefeta Sûriyeyê.
Lê ji aliyekî din ve jî Clinton dilgiraniya welatê xwe ji hebûna gelek komên çekdar ên radîkal jî anî ziman. Wiha xuya dike ku di rewşa niha ya Sûriyeyê de Amerîkayê naxwaze rejîma Sûriyeyê were rûxandin ji ber metirsiyên wan hene ku desthilatdariya piştî Esed ne li gorî planên wan were avakirin.
Derbarê metirsiyên hikûmeta tirk de jî ya ji ber destkeftiyên Kurdan de jî Amerîkayê wekî hergav bi daxuyaniyên dilxweşkirina hikûmeta tirk ên li dijî tevgera gelê Kurd hin daxuyanî li Tirkiyeyê dan. Her wiha Clinton da xuyakirin ku armanca wan sereke pêşgirtina li rijandina xwînê ye û peydakirin rêbazên nû yên alîkariya muxalefetê ji devreyî planên Neteweyên Yekbûyî. Her wiha bi hatina Clinton re û amadekariyên artêşa tirk ên li ser sînorê Sûriyeyê mijara herêma tampon jî ji nû ve hate gotûbêjkirin. Tirkiye demeke dirêje ku dixwaze herêmeke tampon ava bike û bikeve nava axa Sûriyeyê û niha bi behaneya hebûna PKK û bi piştgiriya Amerîkayê dixwaze bi serê xwe vê gavê bavêje û bê destûra Neteweyên Yekbûyî.
Şerên dijwar
Ji aliyekî din ve şer û pevçûnên dijwar li Şam û Helebê berdewam dikin. Li Şamê 2 teqîn pêk hatin yek û her wiha li gorî agahiyên ajansa nûçeyan ya fermî Sana’yê komeke çekdar piştî van teqînan êrîş biriye ser wesayitekê jî û 6 rêwiyên di wesayitê de hatine kuştin. Li Helebê jî piştî êrîşa mezin ya artêşa dewletê muxalefeta çekdar xwe ji taxa Selahedîn vekişandiye û niha şer li hin taxên din di navbera artêşa azad û ya dewletê de berdewam dike. Lê wekî her carê artêşa azad dema ku dibêje xwe ji taxekê vekişandiye ew tê wê wateyê ku êdî ew tax di encama şer de bûye kavil û xelkên wê hatine kuştin û koçberkirin. Muxalefeta çekdar ya ku dibêje em ji bo parstina xelkên bajêr diçin ew dibe sedema wêrankirin û kavilkirina her tax û bajarê ku derbas dibe nava wê û bi artêşa dewletê re şer dike.
Jialiyekî din ve ev civîna wezîrên karê derve yên ereban ku li Cedeyê tê lidarxistin dê nûnertiya dîplomatê Cezayirî El Exder El Ibarahîmî li şûna Annan bipejrîne. Wekî tê zanîn hikûmeta Sûriyeyê ji nûnertiya El Ibrahîmî dilgirane û dibêje ew dê ne bê alî tevbigere , ew dê li gorî daxwaza welatên dijminahiya Sûriyeyê dikin tevbigere.
Rojnameya Îsraîlî
Lı gorî agahiyên polîsên tirk rojnamevanek Îsraîlî yê li ser sînorê Sûriyeyê dixebitî hatiye binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rojnamevanê ji bo malpera înternetê ya +972 di xebitî Roee Ruttenberg ê li ser sînorê Sûriyeyê dixebite, ji ber ku nûçeyek der barê guhertinên li Sûriyeyê û rewşa Kurdan de amade kir, li navçeya Serê Kaniyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat binçavkirin.
Hate diyarkirin ku rojnamevanê 34 salî xwedî pasaporta Îsraîlê ye û niha li qereqola polîsan tê ragirtin.
Heta niha rayedarên Tirk der barê binçavkirina rojnamevanê beriya niha di kanalên weke ABD, CCTV, El Cezire û ZDF de xebitiye, de tu daxuyaniyek fermî nedane.
HALEP