Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump plan dike hejmara eskerên Emerîkî li Elmanyayê kêm bike. Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, DYE dixwaze hejmara eskeran bi 25 hezaran sînordar bike û maneya vê jî ew e ku herî kêm wê 9 hezar û 500 esker bên kêmkirin. Lê Qesra Spî ev plana Trump hîna piştrast nekiriye. Lê kovara Spiegelê ji Senatoya DYE´yê fêr bû ku Qesra Spî hin kesên ji senatoyê agahdar kirine ku heta bi 2021´ê wê 5 hezar ta 15 hezar eskerên Emerîkî ji Elmanyayê bên vekişandin. Koalîsyona hikûmeta Elman bi xwe biryar rexne kir, ji ber ku vekişandina evqas eskeran bi wan nehatiye şêwirîn yan jî di çarçoveya NATO´yê de behsa wê nehatiye kirin. Bi ya SPD´ê ev reaksiyoneke li dijî rednekirina xeta lûleyên gazê yên Derya Rojhilat a bi navê Nord Stream 2 bûye û mesele niha ew e ka ev eskerên tên vekişîn wê li rojhilat (weke Lehistanê) yan li Emerîkayê bi xwe bên bicihkirin. Ji bilî 35 hezar eskerên Emerîkî, 17 hezar karmendên sivîl ên Emerîkî û 12 hezar karmendên sivîl ên Elman mûçegirên DYE´yê ne. Ji bilî van bi dehhezaran cihên îstîxdamê jî bi bicihbûna Emerîkayê li Elmanyayê mumkin bûne. BERLÎN