
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Heather Nauert diyar kir ku ew ê karê xwe yê “ji bo aramiya li Sûriyeyê” bidomînin.
Li ser daxuyaniya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a ji bo vekişandina eskerên Rûs ji Sûriyeyê, Heather Nauert got, ″Heger Rûsya vekişe, ev tercîha wê ye. Lê, em ê tevî hevalbendên xwe karê xwe yê ji bo aramiya li Sûriyê bidomînin″.
Nauert di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên li ser rewşa li Sûriyê.
Her wiha Naûert derbarê daxuyaniya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ku got wê eskerên Rûs ji Sûriyeyê vekişin, ev bersiv da: ″Rûsya dikare bifikire ku wezîfeya wê li Sûriyeyê qediyaye. Karê me yê li Sûriyê neqediyaye. Dema dibêjim ‘Em’ mebesta min DYE û hemû hêzên koalîsyonê ne. Hîn hin cih hene ku di destê DAIŞ’ê de ne. Li vî welatî pêwîstî bi pêkhatina aramiyê heye. Heger Rûsya wê vekişe, ev tercîha wan e. Lê em ê tevî hevalbendên xwe karê xwe yê ji bo aramiya li vî welatî bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN