Sefîrê DYE yê di bin banê NATO’yê de got, heger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastinê ya hewayê S-400’an bikire, ew ê destûrê nedin ku F-35’an bi kar bîne.

Zirt û fortên serokkomarê dewleta Tirk Tayyip Erdogan ên di meseleya S-400´an de çi qasî cidî ne, çi qasî fort in, em niha nizanin, lê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) peyameke dawî û zelal da Erdoganî.

Sefîrê Emerekî yên li NATO´yê Biley Hutchisan got; “Bi sîstema F-35’an re cudabûnek wê çêbibe. Li cem tifaqê, hebûna sîstema Rûs û bernameya F-35’an bi hev re ne mumkin e.”

DYE’yê beriya niha têkildarî rageşiya S-400’an a di navbera Tirkiye û DYE’yê de hinek tevdîr girtibûn.

Pentagonê 11’ê Hezîranê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wan perwerdehiya F-35’an a pîlotên Tirk sekinandiye.

Berdevkê Pentagonê Mike Andrews gotibû; “Pîlotên Tirk ên li Baregeha Hewayî ya Luke a Wezareta me êdî nafirin.”

DYE û hevgirên NATO yên xwedî balafira F-35’an di mijara S-400’an de bi fikar in. Bi taybet fikarên wan ên li ser sîstema hewayî ya S-400’an a Rûsyayê heye ku balafirên F-35’an bişopînin û tesbît bikin û dibe ku di siberojê, ev balafir li dijî çekên Rûs nikaribin bên parastin. n BRUKSEL